Malbata Rojavayî bi def û zirnê debara jiyana xwe dike

26-03-2022
Yûsif Mûsa
Malbata Rojavayî bi def û zirnê debara jiyana xwe dike
Malbata Rojavayî bi def û zirnê debara jiyana xwe dike
Nîşan Malbata Rojavayî Malbata Mehmetan Def û Zirne
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Malbateke ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bi def û zirneyan li seyrangehan digerin û bi vî rengî debara jiyana xwe dikin.

Malbate ji Rojavayê Kurdistanê, ku wek malbata Mehmetan tên naskirin, li seyrangeha Şînava ya Zaxo govend germ kirine.

Zirnevan Ehmed Elî Mehmet dibêje“Ev 200 sal in vî karî dikin. Bavê min vî karî kiriye, kalikê min kiriye. Navê bavê min Elî ye, navê kalikê min Mehmed e. Em ji bav û kalan navdar in.”

Malbat ji Qamîşlo yê Rojavayê kurdistanê ye, 10 kes ji malbata wan li def û zirnê dixin. Lêxistna bi hev re govendên xelkê germ kirine. Bi taybet yên şarezayî corên dawatan, hest û tameke xweştir dide wan.

Defvan Teym Ehmed got “Ev şêxaniyeke beledî bo kesên dixwazin li berê bireqsin e. Reqsa Kurmancî yên bireqsin wiha lêdidin. Ya din rengê wê cuda yê.”

Di nav seyrangehê de digern, xelk li gorî heza xwe gazî wan dike ji ku ji wan re li def û zirnê bixin. Ji bo xelkê xweşî ye, ji bo wan jî deriyê peydakirina dahatê ye.

Zirnevan Fexredîn Elî dibêje “Her serê 10 xulekan em li dahol û zirneyê dixin, 50 -100 hezar dînar didin me, ma ne baş e?”

Malbata ji Rojavayê Kurdistanê ku di kampa Domiz de dimînin, di werzê biharê de ji bo debara malbata xwe bikin li seyrangehên parêzgeha Duhokê belav dibin û li def û zirnê dixin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst