Hewlêr (Rûdaw) - Komek jîngeparêz ên ku bi armanca balê bikşînin ser jiyana xwezayî û tendirust li deşt û zozanên Dêrsîmê dimeşin û giyayên xwezayî berhev dikin.
Li Geliyê Munzurê yê parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê bi helîna berfê û hatina biharê re kulîlk û giyayên xwezayî derketin.
Komeke jîngeparêzan piştî meşa 4 demjimêran digihîjin gundê Seyîd Riza Axdatê û dest bi komkirina gulik û kerengan dikin.
Jîngeparêz Huseyin Çaglayan dibêje “Ev der cihekî girîng e, demekê Seyît Riza û eşîra wî li vê herêmê dijiyan. Li aliyê din çiyayê Sultan Baba heye, li van zeviyan gulik hene, kenger hene. Mirov dikarê bi van giyayan jiyana xwe berdewam bike. Mirovan di wextê de bi van giyanan jiyana xwe berdewam kirine. Lêbelê niha dema ku em lê dinêrin mirov ji xwezayê dûr ketine, eger mirov vegerin xwezayê dê baş bibe.”
Jîngeparêz û welatî bi zehmetî xwe digihînin qadên gihayê xwezayî lê hene, sibehê zû bi rê dikevin û derengê şevê vedigerin malên xwe.
Jîngeparêz Zeynep Kilinç got “Ji bo ku van giyayan berhev bikin, em diçin cihên dûr. Ji bo berhevkirina van giyayan em rojeke xwe didinê. Em 3-4 demjimêr dimeşin, ji ber ku yên herî baş li van herêman şîn dibin. Zehmet dibê lê tama van pir xweş e.”
Ligel jîngeparêzan hinek welatî jî gihayên ku kom dikin difroşin û pê debara xwe dikin.
Jîngeparêz Ayten Yeşiltaş diyar kir “Em îro li Dêrsîmê ligel jinên ku ji bo debara mala xwe bikin gulikan berhev dikin, hatin gulikan berhev bikin. Em demjimêr 5:30 sibehê ketin rê, gelek herêm hene em li wan cihan digerin, em ê 20 heta 50 kîloyan kom bikin û vegerin. Eger şertên hewayî guncav bin em her roj tên.”
Gihayê Gulik bi giştî mehên bihar û havînê li çiyayên Bakurê Kurdistanê derdikeve. Gulik 50 heta 100 santîmetreyan dirêj e û bêhna wê weke pîvaz û sîrê ye, ji aliyê tendirustiyê ve gelekî baş e û yek ji xwarina sereke ya kesên bi xorakên xwezayî dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse