Lêkolîn: Mirovan berî 4500 salan lêvên hev maç kirine

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Maçkirin Dîrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkoleran tableteke ji axê yê hatiye neqşkirin dîtine ku mêr û jinekê lêvên hev maç dikin û ev jî derdixe ku mirovan berî 4500 salan lêvên hev maç kirine.

Lêkolerên Zankoya Copenhagenê yê Danmarkê dibêjin ku wan tabletek di navbera çemên Dîcle û Firatê, ango herêma Mezopotamyayê de peyda kirine ku neqşa maçkirina lêvan li ser e û ew bawer dikin ku dîroka wê 4500 sal berî niha ye.

Dîroknas û arkeologan berê bawer dikirin ku bermahiyên herî kevn ên tabloyên maçkirinê yên 3500 sal berê li Asyaya Başûr hatine dîtin e lê lêkolînerên Danmarkî bi dîtina wê qalibê bawer dikin ku cûreyeke nivîsandina şaristaniyên kevnar li ser e ku li Mezopotamyayê serdest bûye.

Tableteke din a ku ji axê hatiye û diyar e karê Babîliyan e, dîmeneke erotîk li ser heye ku vedigere 1800 BZ.

Pisporê Dîroka Pizîşkî yê herêma Mezopotamyayê Dr. Troll Punk Arbole li ser wê tabletê got, “Bi hezaran ji van tabletan heta îro mane û mînakên zelal ên ramûsanê hene ku di demên kevnar de romantîk hatiye dîtin.”

Dr. Troll Punk Arbole got, “Maçkirin divê neyê şîrovekirin ku tenê li herêmeke taybet hebûye û ji wir belav bûye, maçkirin bi hezaran sal in di şaristaniyên cuda de hebûye.”

Pispor dibêje ku wan delîlên gelek nexweşiyên ku bi maçkirinê belav bûne dîtine.

Maçkirin di demên kevnar de bûye sedema belavbûna HSV 1 ku dibe sedema gelek nexweşiyên qirikê û hin delîl hene ku vîrus li Mezopotamyayê berbelav bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst