Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Gêman ê navçeya Çelê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê welatiyekî bi navê Adil Yakin li nêzîkê gund têjikeke yek meh û nîvî ya hirçekê dîtiye û ew aniye mal û xwedî kiriye.
Têjika Hirçê ku ji maka xwe qut bûye ji ber gelekî biçûk e nikare xwe xwedî bike û welatî wê bi şîr xwedî dike.
Piştî çend rojan Adil agahiyê dide Rêveberiya Park û Daristanan a Bajêr û ew pênc rojan li ser hev vê têjikê dibin nav daristanê daku dayîka wê bê û wê bibe, lê dayîka wê xwiya nake û ev wê dîsan vedigerînin û tînin gund.
Bo xwedîkirinê biryar e vê têjika hirçê bişînin Beşa Parastina Ajelan a Zanîngeha Yuzuncu Yil a parêzgeha Wanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse