Reklama Audi ya li Amedê: Li vir jiyan heye!

17-04-2022
RÛDAW
Nîşan Audi Amed Otomobîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaxa kompanyaya otomobîlan a Almanî, Audi Tirkiye li Amedê di çarçoveya rêzevîdeoyên "Rêyekê Bibînin" de ku bajarên bi dewlemendiyên xwe yên dîrokî û çandî derdikevin pêş nîşan dide, reklamek weşand.

Pîanîst û çêkerê muzîkê Emîr Ersoy, di vîdeoya pêncemîn a Audiyê ya bi navê "Ji Bo Têrkirina Rihê Xwe Rêyekê Bibîne" de hem li ser bedewiyên dîrokî û hem jî yên xwezayî yên Amedê disekine.

Pianîst û çêkerê muzîkê Emîr Ersoy ê bi albûma xwe ya "1977" hatibû naskirin ku tê de hin stranên girîng ên salên 70yî ji nû ve şîrove kiribû, bi modela Audi A6 di dîmenên reklama ku li Amedê hatî girtin de derdikeve pêş kamerayê.

Emîr Ersoy, di reklamê de diyar dike ku 'Di jiyanê de her tişt xwedî ritmekê ye û rêwîtî bi hîskirina vê ritmê dest pê dike' û destnîşan dike ku Amed taybet e.

“Dengên vî bajarî ne tenê xirecireke di atmosferê de ye. Her dengê ku em li vir dibihîsin, mizgîniya çalakiyan e ku rîtma çand, şaristanî û baweriyê pêk tîne.

Li vir jiyan heye, muzîk heye. Amed di vî warî de bajarekî pir taybet e.”

 

Emîr Ersoy girtina reklamê ya li Amedê wiha pênase dike, "Di vê rêwîtiyê de, min xwest ku her tiştî bi tevahî bibihîsim û fem bikim. Ji ber vê yekê min li tevahiya besteyê nihêrî. Ez di dilê Mezopotamyayê de bi rîtmeke nûjen û sofîstîke ve hatim girêdan. Hesta ku ez lê digeriyam; nû û taybet.”

Berî rêze vîdeoyên Audi Tirkiye ya "Rêyekê Bibînin", vîdyeoyên ku rêyên Keşfkirin, Sêwirandin, Xeyalkirin û Gihîştinê vedibêjin hatibûn parvekirin.

Di çarçoveya rêze vîdeoyan de berî niha li Riha, Mêrdîn, Edene, Kapadokya û Dîlokê reklam hatibûn girtin.

Vîdeoya herî dawî ya rêzevîdeoyan dê di rojên pêş de bi çîrokên wênekêş Mustafa Arikan di atmosferên cuda de berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst