Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Google çîpa xweya quantumê ya nifşê nû ya bi navê “Willow”ê ya ji bo hesabkirinê da nasîn.
Çîpa Googleyê dikare di nav çend xulekan de hesaba ku komputerên herî hêzdar ên 10 septiliyon salan de bike temam bike.
Li gorî The Guardianê, Google di warê înformatîkê de çîpeke nû çêkiriye.
Meziniya çîpa Googleyê tenê çar santîmetre çargoşe ye û hesabên ku komputerên herî bilez dikarin 10,000,000,000,000,000,000,000,000 (10 septiliyon) salan bikin ew dikare kêmtirî 5 xulekan temam bike.
Willowa ku li bajarê Santa Barbarayê yê Amerîkayê hatiye bipêşxistin, bi performansa xwe serdemek nû di înformatîka quantum de destnîşan dike.
Dê pêvajoya bipêşxistina dermanên nû bilez bike
Çîp dê bi taybetî pêvajoya bipêşxistina dermanên nû bilez bike. Di qonaxa ceribandinê de, pêvajoyên ku bi salan didomin dê bi deqeyan temam bibin.
Teknolojiya ku prensîba made dikare di heman demê de ji yek cihê zêdetir hebe bi kar tîne, wekî karekî di heman demê de li gelek gerdûnan çareser bike dixebite.
Damezrênerê Google Quantum AIyê Hartmut Neven derbarê leza çîpê got:
"Ev leza wê, ji ramana ku hesabkirina quantumê di gerdûnên paralel de çêdibe, dibe piştgir."
Li gorî Googleyê, leza çîpê bi taybetî di bi pêşxistina algorîtmayên hişê çêkirî de, ji bo hilberîna çareseriyên enerjiyê yên wekî hevgirtina nukleerî û pergalên bijişkî dikare bê bikaranîn.
Mînak, dîmenên MRIyê dikarin di asta atomê de werin xwendin û daneyên nû yên di derbarê laşê mirovan de bêne afirandin.
Metirsiya ewlehiyê
Mîna her bipêşkeftinê, metirsiyên vê çîp jî hene.
Ji ber ku komputerên quantum xwedî potansiyel in ku bi hêsanî dikarin rêgezên şîfrekirinê yên herî zehmet jî bişkînin.
Pispor tekez dikin ku pêwîst e standardên ewlehiyê ji nû ve bên diyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse