Wêneyên Girê Mirazan li Madridê tên nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) - Wêneyên Girê Mirazam ên ku wênegira Spanyayî Isabel Munozê girtine dê li pêşangeha Madrida paytexta Spanyayê bên nîşandan.

Wênegira Spanyayî Isabel Munozê di demên cuda de 7 caran çûye parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û zêdeyî 100 wêneyên Girê Mirazan girtine.

Isabel Munozê wêneyên ku girtine dê li Pêşangeha Wêneyan a Girê Mirazan a Dîrokeke Nû li Muzexaneya Antropolojiyê ya Niştimanî ya Madridê nîşan bide.

Pêşangeha Dîrokeke Nû 12ê Çiriya Pêşîn a 2024an dest pê dike.

Munoz dibêje, Girê Mirazan cihekî gelekî girîng e û berî hemû tiştekî kifşeke mirovayetiyê ye.

“Girê Mirazan sala sifir a şaristaniyê ye”

Wênegira Spanyayî Isabel Munozê wiha got:

“Girê Mirazan berî hemû tiştekî kifşeke mirovayetiyê ye. Landika şaristaniyê ye û ez ji ber wê dibêjim, sala sifir a şaristaniyê ye.

Dibe em heta niha wateya vê derê nizanibin lê ev tiştekî awarte ye.

Hemû dizaynên mirovayetiyê li wê derê çêbûne. Em behsa berî zayînê bi 9 hezar û 600 salî dikin.

Ev destpêkek e. Hestên min ên dema girtina wêneyên van deran, kelecana min, hesta min a veguhastina nav wêneyan tiştekî awarte bû.

Li gorî min Girê Mirazan û derdora wê kifşa herî mezin a cîhana şûnwarnasiyê ye.

Dema ez li peykerên mirov û ajelan ên ji kevir dinêrim, wênesaz û peykervanê navdar ê Spanyayî Pablo Picasso û berhema wî ya girîng `Guernica` tên bîra min.”