Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 15 hezar karkerên seksê yên fermî hene

07-12-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Li Tirkiyê 40 hezar jin daxwaza moleta laşfiroşiyê dikin
Li Tirkiyê 40 hezar jin daxwaza moleta laşfiroşiyê dikin
Nîşan Laşfiroşî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Çavkaniyên dîrokî didine nîşan ku di cîhanê de ji kevintirîn pîşeyan yek jî laşfiroşi ye. Di roja me de jî her dewlet û pergelek ji bo kontrola vê yekê bi yasa û destûrnameyên taybet bergiriya xwe dibîne

Yasaya Laşfiroşiyê ango nîzamnameyeke fermî di roja me de li dewletên wek Hindîstan û Bulgaristanê nîne, lê li dewletên wek Koreya Bakur, Amrîka û Çînê laşfiroşî wek pîşe ji aliyê van dewletan ve hatiye qedexekirin. Li dewletên wek Taylandê jî laşfiroşî bi fermî qedexe ye; û cezayên giran li karker û bazirganên laşfiroşiyê têne birîn, lê ji aliyek din ve geştyariya seksê li Taylandê dahateke mezin e û ev kar deryasayî tê kirin.

Tirkiye jî ji wan dewletan yek e ku laşfiroşî di çarçoveya yasayê de bi sînordarî serbest hatiye berdan û  wek pîşe hatiye naskirin; lê ev serbestî tenê ji bo komplex û karkerên ku destûra wan a fermî hene hatiye dabîn kirin ango divê ev malên seksê û bazirgan bac bidine dewletê û karkerên ku di karê laşfiroşiyê de kar dikin divê di hefteyê de 2 rojan derkevin hemberê Komîsyona Têkoşîna li Dijî Nesaxiyên Zuhrevî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bilî malên fermî yên komplexên seksê, laşfiroşî wek sûc tê qebûlkirin; li gor yasaya cezayê ya Tirkiyê ya 5237an a bi navê  tekoşîna li hember “fihûşê”, jinên biyanî nikarin li Tirkiyeyê karkeriya seksê bikin, jina ku dixwaze wek pîşe vê karê bike divê ti nesaxiya wê ya tendurustiyê nebe. Di 2018an de bi fermî 40 hezar jin daxwaznameyên fermî dane dewletê û ew çaverê ne ku wesiqeya xwe ya "Jina Gelemper" ango karkeriya seksê bistînin.

Karkeren Seksê yên fermî yên Amedê bi tevahî ji bajarên din ên bi buhayê di navbera 6 û 10 dolaran rojane bi 10 an mêran dimînin. 

Ew naxwazin navê xwe û rûyên xwe eşkere bikin, di navbera wan de jinên derçoyên zankoyan jî hene û herwisa bi tevahî ew xwedî zarok in, ev karker ji bilî vê çarenûsa xwe ji şert û mercên vê derê û sepandinan nerazî  û herwisa bi gilî gazinc in.

Karekera Seksê S.S. ji Rûdawê re got: "Pergala vê derê gelek guherî, ev du sal in zexta li ser me zêdetir bûye, em nikarin karê xwe bi dilê xwe bikin, em nikarin muzîk vekin, em nikarin bi mişteriyan re têkiliyeke erênî deynin, karê me her aramkirina mişteriyan e, lê şert û zirûfên em tê de ne ji bo karkirina me ne guncav e, em nikarin bikenin, kena me jî hatiye qedexekirin, sizayên giran ji bo me têne birîn û malên me têne girtin."

Karkera Seksê S.Ç. jî dibêje: “Em li vê derê wek malbatekî ne, têkikiyên me yên navxweyî gelek baş e; lê ev du sal in zexta li ser me her zêdetir bûye, em bê moral in û ev yek bala mişteriyên me jî dikşîne."

Karkerên seksê dibêjin em bi vê çarenûsa xwe re rû bi rû ne; lê  herçend dewletê bi fermî mafê karkirinê dabe wan jî, sepandinên li ser wan karê wan her zehmettir dike û ev yek rê li ber vedike ku “fihûşa” derva yê bê kontrol zedetir bibe.

Karkera seksê S.S. herwiha got: “4 biraziyê min hene û herwisa birayê min û dayîka min nesax in û li erdê ne, ez dixwazim ji bo paşerojeke baş ji wan re dabîn bikim vê karê dikim, ev kar kareke kirêt e; lê min vê karê pejirandiye, ez dixwazim karê ku ez dikim bi wana bidime jibîrkirin, ez dixwazim bila zarokên min û biraziyên min perwerdehiyeke baş bibînin û jiyana xwe misoger bikin, min xwe bi qurbana peşeroja wan kiriye."

Karkera seksê S.Ç. diyar kir ku karê wan gelek daketiye û got: “Ji ber ku em bi dilê xwe nikarin karê xwe bikin, em ditirsin û nîgeran in morala me her roj dadikeve û mişterî êdî xwe li me nagirin."

Li gor rapora Rêveberiya Giştî ya Asayîşê li Tirkiyeyê 15 hezar karkerên seksê yên bi wesîqe ango bi destûrname hene; li hemberê vê,  85 hezar karkerên seksê jî vê karê nepenî dikin, gelek caran ev “fihûşa” bê kontrol dibe sedema nesaxiyên giran jî û herwisa bi tu awayê ewlehiya van jinan nîne, yên ku destdirêjiya seksî li wan tê kirin û yên ku ji aliyê malbat û mişteriyên xwe ve têne kuştin.

D.D li komplexa seksê ya Amedê xwediyê 12 malan e; li ber destê wê ji 40an zêdetir jin karkeriya seksê dikin, ew pê bawer e ku karkeriya seksê ya fermî rêgirî li gelek kiryarên tundrew û destdirêjiya seksî digire.

Derbarê vê yekê de laşfiroş D.D. wiha axivî: “Ev navendên seksê ji bo civakê cîheke wan ê taybet heye, ew kesên ku hestên wan yên fetsandî hene tên vê derê û li vê derê aram dibin, ev kerta vê derê berî li destdirêjiya seksî digire; lewre ew nesaxên derûnî li vê derê tedawî dibin û egera  sûcên ku ew bikin kêmtir dibe. Bi rastî civaka me gelek têk çûye, nûçeyên ku em seh dikin û di televizyonan de dibînin dilê me dixelîne, êdî destdrêjiya seksî li zarok û pitikan tê kirin."

Laşfiroş D.D daxwaz ji hukumeta Tirkiyeyê dike da ku destkarî li ser rêziknameya wan bê kirin ji ber ku ev rêzikname êdî kevin e û ne li gor şert û mercên îro ye.

Di berdewamiya axavtoma xwe de D.D got: “Rêziknameya kerta me yê serdema Osmaniyan e û gelek kevn e, di salên 1830 an de hatiye amadekirin, divê ev rêzikname biguhure û statûya me zelaltir be, dîwarên navenda me gelek bilind e û zirara me nagihîje civakê, kesek ji derva de me nabîne û dengê me naçe kesî; teqez divê destkarî li ser rêziknameya me were kirin."

Li gor mafnas an jî rêziknameya malên laşfiroşiyê di roja îro de li gor armanca xwe nayê sepandin; ji ber ku armanca yasaya 5237 an  û rêziknameya girêdayê yasayê xwedîlêderketina van jinan e û tekoşîna li hember laşfiroşiyê ye

Mafnas ji Baroya Amedê Zafer Gur jî got: “Ev rêzikname bersiva îro nade, armanca wê parastina jinan e; herwisa berîlêgirtina laşfiroşiyê ye; lê îro em dibînin ku ev rêzikname  van jinan nikare biparêze, jinên ku laşên xwe difroşin ji vê yasayê sûdê wernagirin."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 15 salên dawî de komplexên fermî yên  laşfiroşiyê yên bajarên wek Erzîrom, Dîlok, Enqere Xarpêt, Qeyserî û Zonguldagê  hatine girtin; di nav komplexa fermî ya Amedê de jî di 2 mehên dawî de deriyên 4 xaniyên laşfiroşan hatine mohrkirin û rêjeya van komplexan her kêmtir dibe; lê li gor aktîvîstan laşfiroşî li derva her zêdetir dibe; bêyî ku amareke fermî di destê wan de hebe.

Derbarê mijarê de Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tendurustî û Cîvakî yê Şaxa Amedê Recep Oruç jî wiha axivî: “Laşfiroşî û fihûş li bajarên Bakur her zêdetir dibe; herwisa bikaranîna maddeyên hişber jî zêdetir dibe, dewlet eger van navendên seksê yên fermî bigire dê fihûşa derva zêdertir dibe an na; bêguman em li hemberê hemû cureyên laşfiroşiyê ne, çi yê fermî çi yê derva, divê ev kerta ku desthilatiya xwe li ser jinê ferz dike divê ne bi fermî ne jî medenî neyê qebûlkirin."

Di sala 2013an de Parlementoya Ewropayê laşfiroşiyê tevlî nav lîsteya "Tundiya li Hember Jinê û Binpêkirina Mafê wê" kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst