Li Wanê çayxaneya Pirtûk û Qehwe pêşwaziya xwendekaran dike

02-01-2022
RÛDAW
Kafêya Pirtûk û Qehwe, di heftiyê de, şeş rojan vekirî ye
Kafêya Pirtûk û Qehwe, di heftiyê de, şeş rojan vekirî ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Wanê bi hevahengiya di navbera şaredariya bajêr û Komeleya Pîşezazî û Bazirganên Tirkiyê de bi durişmeya “Xwendin li te û xizmetguzarî li me”, projeya çayxaneya “Pirtûk û Qehwe” hat birêvebirin.

“Xwendin li te û xizmetguzarî li me”, ev e diruşma projeyekê bi navê Pitûk û Qehweyê ye. Xwendevan dikarin berê xwe bidin wê derê û di keşeke aram de bixwînin. Proje bi hevahengî di navbera Şaredariya Wanê û Komeleya Pîşesaz û Bazirganên Tirkiyê de, birêve diçe.

Di wê çayxaneyê de xwarin û vexwarinên germ di zivistanê de pêşkêşî xwendevanan dike û di havînan de jî vexwarinên hênik pêşkêş dike. Li kêleka wan xizmetguzariyan bi sedan pirtûkên curbecur di çayxaneyê de hene.

Serokê Şaxê Komeleya Pîşesaz û Bazirganên Tirkiyê Burak Gultepe dibêje: “Deriyê Pirtûk û Qehwe ji bo her kesî vekirî ye, ji birayên me yên ku diçine qonaxa bineretî heta digihêje ciwanên amadeyî û zanîngehan, herwiha ev cih pêşwaziyê li welatiyên asayî jî dike.”

Kafêya “Pirtûk û Qehwe”, ku di werzê zivistanê de germ e û di werzê havînê de tê hênikirin, hevdem xizmetguzariyên weke çay, qehwe, nêskafê, bîskewît, şerbet û vexwarinên din jî têne pêşkêşkirin. Ev yek ji bilî hebûna bi sedên pirtûkên corbicor, ku bi awayê mijar û waran, hatine polênkirin.

Xwendekarên zanîngehê, bi taybetî ew ên ku cihê bêdeng bidest wan nakeve, ji bo ku waneyên xwe bixwînin, bi erênî li vê projeyê dinerin.

Xwendekara Zanîngehê Sehra Zîlan jî got: “Tiştekî gelekî baş e. Çi ew xizmetguzariyên ku têne pêşkêşkirin, çi pirtûkên wan, ev jî bêhtir hanê didine me.”

Kafêya Pirtûk û Qehwe, di heftiyê de, şeş rojan vekirî ye û di xizmeta xwendekaran de ye.

Zanîngeha Yuzuncu Yil li Wanêya Bakurê Kurdistanê heye, sala 1982yan hate damezrandin û nêzîkî 30 hezar xwendekarî lê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst