Ava Gola Xwê bi tevahî vekişiya

30-10-2021
RÛDAW
Ji sala 2000an ve ava Gola Xwê dest bi vekişînê kiriye
Ji sala 2000an ve ava Gola Xwê dest bi vekişînê kiriye
Nîşan Gola Xwê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Xwê, duyemîn gola herî mezin a Tirkiyê ye. Ev gol ku parêzgehên Konya, Enqere û Aksarayê bi hev ve girêdide, yek ji navendên balkêş ên geştyarî yên Tirkiyê ye û mazûvaniya çendîn corên cuda yên teyrikan dike. Îsal hezar û 665 kîlometre çargoşe ava vê golê, bi tevahî vekişî ye.

Fahri Tunç, Fotografer û Jîngehparêz, dibêje, “Li gor 11 salên borî, rewş karesat e, lê eger em pirsyar bikin rewş li gor 20 salên borî çawa ye? Gola Xwê bi tevahî ji nav çûye. Ji ber 20 sal berî niha te erd bikola, digihiştî avê, lê niha her li wê navçeyê piştî kolandina bîran bi kûrahiya 50-60 metre danîna boriyan av tê derxistin. Niha av bi kûrahiya 50-60 metreyan derdikeve. Rewş bi awayekî ye av nemaye.”

Pispor, vekişîna ava vê golê û golên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji aliyekî ve bi guherîna keşûhewa û hişkesaliyê, li aliyê din bi siyaseta şaş a kiştûkalî ve girêdidin ku bi dehan sal e di encama xirab bikaranîna çavkaniyên ava jêr erdê de derketiye holê.

Levent Kurnaz, Pisporê Keşûhewayê li Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê, dibêje, “Pileya germê bilindtir bûye û barîna baranê jî kêm bûye, ev jî rasterast wiha dike ku ew ava dirije nav Golan kêm bibe û zêdetir bibe hilm. Lewra ew wiha dike ku asta ava hemû Golan dakeve. Ligel wê jî, em zêdeyî pêwîst ava jêr erdê bo avdanî û kiştûkalî bikar tînin. Loma niha asta hemû Golan dadikeve. Niha rewş li seranserê Tirkiyê xirab e.”

Deşta Konyayê bi salan e wek embara dexl û zad a Anadoliya Navîn dihat naskirin. Li nav zeviyên kiştûkalî yên vê navçeyê ji xeynî dexl û zad, ew berhem jî dihatin çandin ku pêdiviya wan bi aveke zêde heye, vekişîna ava golê zerareke zêde gihandiya sektora kiştûkalî, ji ber pirsgirêka avdaniyê, nêzîka 120 hezar bîrên avê li wê navçeyê bê mohlet hatine kolandin.

Cengiz Erol, Cotyar, dibêje, “Berê ji hemû cihekî av derdiket, lê niha ne wiha ye. Heta ber bi Gola Xwê diçin, dikarin hinek avê peyda bikin, lê siberoja wê nîne.”

Li gor lêkolîneke Zanîngeha Izmîrê ya Tirkiyê ku pişta xwe bi wan dîmenan girêdaye bi rêya stalaytê hatine tomarkirin, ji sala 2000an ve ava Gola Xwê dest bi vekişînê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst