SÊRT- Geliyê Botanê bûye navenda geştyaran

30-05-2024
RÛDAW
Geliyê Botanê bûye navenda geştyaran / Wêne: AA
Geliyê Botanê bûye navenda geştyaran / Wêne: AA
Nîşan Geliyê Botanê Sêrt Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jîngehparêz û geştyar berê xwe didin Geliyê Botanê.

Ew hem wêneyên xwezaya ciwan digirin û hem jî bermahiyên seyraniyan ên li nava xwezayê paqij dikin.

Komeleyên werzişê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berbelav in û endamên wan bi piranî jîngehparêz in.

Ew hem werzişê dikin, hem bi rêya dîmen û vîdeoyên ku tomar dikin herêmên xwe didin nasîn.  

Hinek ji wan gilêş û zibilê ku seyranî li pey xwe dihêlin jî paqij dikin û balê dikşînin ser parastina jîngehê. 

Bi pêşengiya Komelaya Huner û Wêne ya Sêrtê grupeke 30 kesî ku geştyar, wênegir û xwendekar in piştî meşeke nêzîkî 15 kîlometreyan dighêjin Geliyê Botanê.

“Armanca me ew e ku bi xwezayê re bibin yek”

Geliyê Botanê her du navçeyên Tilo û Dihê yên parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê li xwe digire.

Geştyar bi zinaran ve hildikşin û şahidiya dîmenên bêhempa dikin ku wêneyên wan digirin.

Serokê Komeleya Huner û Wêneyê ya Sêrtê Izettin Oktay li ser armanca geşta xwe wiha got:

“Armanca me ji werzîşên li vê derê ew e ku mirov bi xwezayê re bibin yek û ji çanda bajaran dûr bikevin.

Di grupan de gelek kesên ku pîşeya wan cûda ye hene. Wekî bijîşk, beytar, dozger, parêzer, bijîşkê diranan û hwk. Ji bo bêhnvedanekê tên nav xwezayê.”

“Xwezaya wê gelekî xweşik e “

Geştyar dema bêhnvedanê agir pêdixin û bi sitran û govendê di nav xwezaya Botanê de demeke xweş derbas dikin.

Wênegirê bi navê Ali Dursun Turan jî li ser geşta Geliyê Botanê wiha got:

“Cara yekemîn e ez têm vê derê, parkeke nîştimanî ye. Xwezaya wê gelekî xweş e.

Li jêrê jî Çemê  Botanê diherike. Ez pêşniyar dikim deştyarên navxwe û yên biyanî bên vê derê û vê xweşikiyê bibînin.”

Geliyê Botanê 15ê Tebaxa 2019an ji aliyê Serokkomariya Tirkiyeyê wekî “Parka Nîştimanî” hat ragihandin.

Geliyê Botanê ji 120 hezar donim zevî û 29 kîlometre rêyeke xwezayî pêk tê.

Werzîşên wekî paraşût û rafting jî li Geliyê Botanê tên kirin bala geştyar û jîngehparêzan li ser herêmê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst