Derdora Gola Brêmê ji maran re bûye jîngeh

30-04-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Ligel hatina werza bihar re li devera Kanîmaran û Gola Brêmê bi sedan marên avî derketin holê
Ligel hatina werza bihar re li devera Kanîmaran û Gola Brêmê bi sedan marên avî derketin holê
A+ A-

Gever  (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê li gel hatina werzê biharê deşt û neval jî xemilî ne. Li deşta Geverê jî golek bi navê Gola Brêmê heye. Taybetiya vê golê hebûna hejmara zêde ya maran e. Her sal li gel gerimbûna keşehewa li devera Kanîmaran û Gola Brêmê bi sedan marên avî derkevin.

Li deştê Geverê xelk li dora gola maran kom bûne. Sedema hatine xelkê deverê bo deştê û dora golê dîtina maran e. Ji ber ku îsal jî weke hersal piştî gerimbûna keşûhewa li gola maran bi sedan mar bi yekcarî derdikevin derve.

Hemwelatî Tewfiq Atsiz dibêje “Hindî ku em dizanin ji serdema bab û bapîrên me ev mar her hene. Biharê derdikevin û heta payizê jî dimînin.”

Hemwelatî Besna Ergenç got “Hindek caran em dibinin hejmareke zêde ya maran hene. Li vir kom dibin. Salên berê hejmara maran zedetir bû. Niha nizanim sedem çi ye lê hindek kêm bûne dibe ku hinkes maran bikujin ji ber wê hejmara wan kêm bûye.”

Maran û herêma Kanîmaran a Geverê sal bi sal zêdetir bala xelkê dikşîne tevî lêkolînan hêj nayê zanîn ka çima ev qas mar li vê deverê hene û çima di werzê salê de bi yekcarî derdikevin derve.

Hemwelatî Menaf Ergenç diyar kir “Ne tenê li Geverê li seranserê Tirkiyê cihekî din ê wisa nîne. Her sal biharê mar hev kom dibin û têne wir û payizê careke din vedgerên qulên xwe.”

Xwendekar Ejîn Çolgecen ragihand “Min di jiyana xwe de yekem car evqas mar bi hev re ditin. Gundê me li aliyê din e û nêzîk e jî lê ez ci caran nehatibum malbata min dihatin le ez nû hatime.”

Gol û Kanîmarênê marên avî ne û bêzerer in. Gelek caran ew diçin nav avahiyên xelkê de jî lê ji bo xelkê deverê jiyana li gel maran êdî rewşekî asayî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst