Li Amedê kesên bi otîzmê hînî avjeniyê dibin

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Otîzm Avjenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê, ji bo kesên bi otîzmê yên 8-15 salî dersên avjeniyê dan destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, perwerdeya avjeniyê di bin kontrola 10 mamosteyên avjeniyê de dest pê kiriye.

Mamoste di vê çarçoveyê de dersên avjeniyê didin 20 kesên bi otîzmê.

"Otîzm ne nexweşiyek e"

Alîkarê Şaredarê Yenîşehîrê Murat Beşîkcî got:

"Otîzm ne nexweşiyek e. Em dikarin nîşanî zarokên xwe bidin ku em ji cudahiyên wan haydar in.

Werziş û têkiliya bi jîngehê re, hest û ramanên zarokên me yên bi otîzmê hêsantir tîne ziman. Em di têkoşîna wan a jiyanî de piştevanên wan ên madî û manewî ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst