RIHA – Tahm û curêyên kebaban Festîvala Rêya Çandê rengîn kiriye

29-05-2024
RÛDAW
Tahm û curêyên kebaban Festîvala Rêya Çandê rengîn kiriye / Wêne: AA
Tahm û curêyên kebaban Festîvala Rêya Çandê rengîn kiriye / Wêne: AA
Nîşan Riha Festîvala Rêya Çandê Xwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê niha Festîvala Rêya Çandê bi rê ve diçe û gelek çalakiyên cuda ên hunerî û kultûrî têde hene.

Xwarin jî beşekî kultûrê ye û medbexa Rihayê di vî warî de gelekî dewlemend û bi tam e.

Ew bajarê Bakurê Kurdistanê bi kebabên xwe navdar e.

Kebabên bacanên reş û firingiyan, kebabên pîvaz û sîran, ên tenûrê û gelek şêweyên din jî di festîvalê de têne çêkirin û danasîna wan tê kirin.

Festîvala Rêya Çandê, ji aliyê Wezareta Çand û Geştyariyê ya Rihayê ve hatiye rêkxistin û dê heta 2yê Hezîranê berdewam bike

Di festîvala çandê de kebabên Rihayê tên nasandin.

Di çarçoveya festîvalê de li gel çalakiyên cor bi cor kebabên taybet ên Rihayê, cîger û kebabên balîcan û  firingiyan tên nasandin û pêşkêşî beşdarvanan tên kirin.

“Riha warê kebaban e”

Berdevkê Komeleya Hemû Restorant û Geştyaran Hasan Durmaz got:

“Me li vê derê ji bo we tamên nuwaze biraştin.

Em bi tamên taybet bi Rihayê, kebaba cîgerê, kebaba Rihayê, kebaba firingiyan û kebaba balîcanê piştgiriyê didin Festîvala Rêya Çandê ya Şanliurfayê.”

Riha wekî warê kebaban tê nasîn û tameke cuda ya xwarinên cûr bi cûr li wî bajarê heye.

Hostayên beşdarî festîvalê bûne hunera xwe ya aşpêjiyê nîşan didin.

“Em ji zaroktiyê fêrî vî karî bûne”

Hostayê Kebabê Mustafa Paf jî wiha got:

“Pêwîstiya hostayên Rihayî bi rahênanê nîne. Jixwe hostayên Rihayî wekî yên din ji zaroktiyê ve fêrî vî karî bûne.

Ji ber wê jî me û hostayên ku hatin hevkariya hevdû kir.”

Festîvala Rêya Çandê ku ji aliyê Wezareta Çand û Geştyariyê ya Rihayê ve hatiye organîzekirin 25ê Gulanê dest pê kir û heta roja 2ê Hezîranê berdewam dike.

Di çarçoveya festîvalê de di her warî de berhemên cuda tên nasandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst