ERZIROM - Jina 124 salî koça dawî kir: Zêdeyî 150 nevî li pey xwe hiştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê jineke 124 salî koça dawî kir.

Jina bi navê Elmas Kirtepe sala 1899an li parêzgeha Erziromê ji dayik bû.

Elmas Kirtepe li bajarê ji dayik bûye zewicî lê ji ber xwîndariyê neçar ma li gel malbata xwe koçî parêzgeha Sêwazê bike.

Piştre ji wê derê jî koçî bajarê Qeyserî dike.

Piştî ku hevjînê wê canê xwe ji dest dide ew li gel zarokên dimîne.

Zarokên wê bi tirsa ku çav lêbikeve heta mirina wê jî temenê wê vedişart.

Elmas Kirtepe berî hefteyekê di temenê xwe yê 124 salî de ji ber tengnefesiyê çû nexweşxaneyê lê bêyî ku ti nexweşiyek di laşê wê de hebe koça dawî kir.

Kurê Elmas Kirtepe ya 124 salî Mehmet Kirtepe got:

“Em 11 xwîşk û bira ne. 3 ji wan rehmet kir. Yek ji wan ji ber krîza dil mir. Yek ji wan ji ber bûyera trafîkê û xwişkeke min a din jî di temenê xwe yê 110 salî de rehmet kir.

7 xwişkên din ên min hene û hevjînên her heftan jî wefat kirine. Ji xwişkên min ên mayî ya herî mezin 92 salî ye û ya herî biçûk jî 50 salî ye.

Derdora 150 heta 200 neviyên dayîka min hene. Ez neviyên neviyên wê jî hesab dikim.”