‘Brad Pitt mir’ bû xefika Facebookê

Hewlêr (Rûdaw) – Aktorê navdar Brad Pitt, jiber cudabûna ji hevjîna xwe Angelina Jolie, niha di rojeva sereke ya nûçeyên magazine de ye, lê hacker jî dest jê naşon.

 

Hackerên ser înternetê dixwazin ji popûlîteya vê rewşê sûdê werbigrin û ji bo karê hackeriyê bikar bînin.

 

Di rojên dawiyê de li ser tora civakî ya Facebookê nûçeyên bi ser navê “Brad Pitt mir!” tên parvekirin. Hackerên înternetê di bin vê nûçeyê de çekek nû yê dizîna agahiyan ava kiriye.

 

Lînkên ku weke dirêjiya Fox Newsê dixwiyên, ne yên rast in. Lê dema xwîner destkariya vê lînkê bikin, diçin nava navnîşanên din.

 

Bi gotineke din, êdî dibin amanca hackeran.  Pisporên ewlekariya sîberê dibêjin, dikarin bi rêya vê nûçeyê navnîşan û agahiyên kesî yên bikarhêneran bidizin.

 

Jiber vê yekê tê gotin ku eger rastî tişteke wiha hatin, divê yekser paporta xwe biguherin.