Tepotzlan a Meksîkayê; bihuşta aramiya derûnî

28-08-2022
RÛDAW
Tepotzlan a Meksîkayê; bihuşta aramiya derûnî
Tepotzlan a Meksîkayê; bihuşta aramiya derûnî
Nîşan Meksîka Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarokê Tepotzlan bi dûriya 100 kîlometran dikeve başûrê Mexico ya paytext, geştyar bi dîtina van deşt û çiyayên kesk û balkêş kêxweş in.

Bajarojê Tepotzlan (Têpotîzlan) wek bihuşta aramiya derûnî û geştyariya ruhî tê naskirin.

Li gorî gotina geştyaran, li vir ruh aram dibe, bi taybetî ji bo wan kesên ku ji ber Corona û hişkesaliyê hest bi westana ruhî kirine.

Çend metreyan dûrî dengê mûzîkê û lêdana rîtmê, xanimek di nav hewayeke aram de, yogayê bi şagirtên xwe re dike. Heger bi yogayê kêfxweş û bêhnfireh nebin, di qonaxa duyem de ji wan re falan vedike.

Fêrkerê Yogayê Alizbeth Camacho  got, “Ji dema Corona belabûyî ve, gelek kes têne Tîpozîtlan. Xelk ji bajaran tên, ji ber ku li wir hewa nemaye lê li vir hewa heye, av heye, ba heye, çiya hene û çivîk hene, dema vegera nav xwezayê ye.”

Geştyar li vî bajarokî hemû paşmayên çandî yên olî yên ku çanda Meksîka ya kevn in diceribînin.

Her tişt bo kêfxweşkirin û aramkirina derûnê ye. Kîjan ji wan ku hat ser hişê xwe, 16 heta 20 dolar pereyê saunayê ji wan tê sitandin.

Geştyar Nicolas Lopez hestên xwe anîn ziman, “Li vir mirov azadî û enerjiyê bi dest dixe. Ji derve û ji nav ve mirov pak dibe. Ruhê me geş dibe. Dilê me yê ku di hindurê me de ye vedibe. Ku dilê me hate guhertin hemû tiştek tê guhertin. Eger kesek xwe neguhere, nikare tiştekî bike.”

Sedemeke din a qelebalixbûna vê navçeyê firotina kivarkên cadûyî ye ku wek Halusaynocîn tê naskirin û bi nav û deng e.

Ev cure kivark qedexe ye û li vir bi awayekî dizî tê firotin, ên ku ruyê xwe veşartine van kivarkan dixwin, mêjiyê wan ditevize û 4 heta 6 demjimêran dikevin nav xeyalan. Hinek ji wan tenê dikenin û hinek jî tenê digirîn.

Di sala 2021an de Mexico pêşwazî li 32 milyon geştyarên biyanî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst