Grûpeke Kurdên Êzidî li Almanyayê çand û xwarinên Kurdewarî didin nasîn

28-07-2022
RÛDAW
Grûpeke Kurdên Êzdî di festîvala xwarinê ya Almanya der beşdar bûn
Grûpeke Kurdên Êzdî di festîvala xwarinê ya Almanya der beşdar bûn
Nîşan Kurdên Êzidî Almanya Festîvala Xwarinê
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Li Almanya festîvaleke taybet bi nîşanda xwarinê û çandên cûda hate sazkirin û grûpeke Kurdên Êzidî di vê festîvalê de beşdar bûn. Grûpa Kurda Êzidî ya beşdarî festîvalê bûye xwest ku xwarina xwe bi amadebûyan bidin nasandin û bi wî pereyê ku ji wê festîvalê bi destê wan dikeve, alîkariya wan malbatan li Şingalê dikin.

Nêzîkî 100 olên cuda li Almanyayê di festîvaleke kulturî de hewl didin bi xwarin û vexwarinê çanda xwe nîşanî cîhanê bidin û di nav wan de grûpeke Kurdên Êzidî jî beşdar in.

Grûpeke xwebexş ku ji nêzîkî 60 keç û xortên Kurdên Êzidî pêk tê, bi navê Koma Rewşa Êzidiyan a Stutgartê, beşdarî festîvala navdewletî bûne û armanca wan ew e ku bi riya xwarinên taybet çanda Kurdên êzidî nîşanî cîhanê bidin.

Endameke Koma Rewşa Êzidiyan li Stutgartê dibêje: “Ev nêzî çar sal in em vî karî dikin, ya duyemîn jî armanca me ew e ku em çanda xwe nîşanî xelkê bidin. Xwarina xwe nîşanî xelkê bidin û Êzdiyan bi xelkê bidin nasîn, feyda me jî ew e ku alîkariya belengazan, nexweş, xwendekar û zarokan bikin.”

Piraniya xwarinan weke ebrax û biryanî tên amadekirin û li bazarê bi buhayên erzan tên firotin.

Beşdariyekî festîvalê dibêje: “Li welatekî Ewrûpayê eger mirov ji çanda xwe xerîb tê wateya ku tişteke tê nîne. Lê eger mirov di festîvaleke bi vi rengî de  li çanda xwe xwedî derbikeve gelek baş e.”

Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî festîvalê bûne û ew jî dixwazinçand û xwarinên xwe yên Kurdewarî bidin nasandin.

Beşdariyekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê jî got: “Em dixwazin xwarinên kurdî bi milet bidin nasîn. Ji ber ku li Almanya û Ewropayê çanda wan a xwarinê nîne em dixwazin xwarînên xwe bidin nîşandan û bibêjin em di her warî de xwedê çandeke dewlemend in.”

Berpirsekê  dadgeheke Alman Claudia Mitton jî got: “Ev çar sal in me ev tîm ava kiriye em piştgiriya Êzdiyan û xelkê Şingalê dikin daku cejnên xwe pîroz bikin. Ev tîm jî bi komkirina pereyan piştevaniya xizanên Şingalê dike û me gelek pêdiviyên xelkê Şingalê dabîn kir da ku bikaribin li Şingalê bimînin.”

Piraniya wan kesên ku xwarinê dikirin Alman û Ewropî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst