Sarinca gundiyên feqîr êdi dêr e

28-07-2014
Adil Harmancî
A+ A-

 

 

Wan (Rûdaw) – Havînê, li Bakûrê Kurdistanê  gundên Wan, Colemêrg û Bedlîsê, bo ku xira nebin tiştên xwarin û vexwarinê derên hênik de vedişêrin.

 

Tê zanîn, li gundên herêmê de hem feqîrî  hem jî pirsgirêka elektrîkê heye. Ji ber vê gelek gundî sarincan bi kar naînin.

 

Li hinek deran, gundî sarincên xwe bi hevre kar tînin. Herwiha di sarincê de cihê xwarin û vexwarinan namîne.

 

Gundî tiştên wek mast û şîr ên zû tirş dibin di bîdonên naylon de dadinin nav ava cemidî de.

 

Xwarin û vexwarinên rojanê yên ku zû xira dibin jî di şikeftan de dihilînin.

 

Ji ber ku avahiya dêran piranî hênik e, gundî dêran jî bikar tînin. Ji bo vê jî gundî bi çavê sarincê li dêra dinêrin û tiştên xwe li wan deran vedişêrin.  

 

Ev helwesta wan tiştekî baş e. Herwiha dêr jî ji aliye gundiyan ve tên parastin û taybeti jî yên ku li xezîneyan digerin jî nikarin nêzikî van deran bibin.

 

Dêra gunde Çlûke ya navçeya Şaxê ya Wanê jî, ji aliye gundiyan ve tê bikar anîn. Mifteya dêrê bes li cem jinekê heye

 

Dêra Zêwê de jî gundî xwarin û vexwarinên xwe vedişêrin.

 

Jinên dêrê bikar tînin wiha gotin: “Mezinen me ji me re digotin ji berê de ev der wek xanan dihat bikaranîn. Niha jî em ji bo pêwistiyên xwe bikar tînin lê belê em zerara nadine van avahiyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst