Mia Xelîfe daxwaza lêborînê dike

Hewlêr (Rûdaw)- Lîstikvana fîlmên seksî, Mia Xelîfe ji ber derketina wê di fîlmekî de ligel lîstikvanekî îsraîlî de, daxwaza lêborînê kir.

Mia Xelîfe, lîstikvana fîlmên seksî, ku bi esil ereba Libnanê ye û bi rêya belavbûna fîlmên wê li ser internêtê, bûye keçeke navdar di nava welatên erebî de, lê rastî gellek gef û rexneyan hatiye.

Mia di çend rojên borî de, di fîlmekî de ligel lîstikvanekî îsraîlî de derketiye, lewma rastî gellek gef û rexneyan hatiye.

Wê lîstikvanê gotiye: “Bi rastî ez daxwaza lêborînê dikim. Qet nasnameya wî neket bala min de.”

Mia Xelîfe, sala 1993 jidayîk bûye û xelkê welatê Libnanê ye. Wek stêrka fîlmên seksî li cîhanê tê naskirin.

Hevjînê wê, ku xelkê Amerîka ye berdewam piştgîriya wê dike û dibêje: “Maya vî karî dike, bo parastina min û zarokên me.”