Hosteyê Amedî bi birinca Qerejdaxê suşiya Japonî çêdike

27-12-2023
RÛDAW
Aşpêj Mehmet Demirê
Aşpêj Mehmet Demirê
Nîşan Mehmet Demir Şuşî Birinca Qerejdaxê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aşpêj Mehmet Demirê ku metbexa Rojhilata Dûr veduguhêzîne Amedê, di çêkirina şuşiya xwarina Japonyayê de birinca Qerejdaxê bi kar tîne.

Şef Mehmet Demirê ku li Amedê di zarokatiya xwe de fêrî karê metbexê bû, ev 23 sal in li otel û xwaringehên cuda aşpêjiyê dike.

Mehmet Demîr ev 5 sal in jî vî karê xwe li bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê dike.

Aşpêj Demirê ku li xwaringeha xwe ya li navçeya Sûrê xwarinên welatên curbicur çêdike li tenişt wan jî suşiya ku bi awayên cuda amade dike pêşkêşî mişteriyan dike.

Demir ji bo piştevaniya danasîna Amedê, biryar da berhemên bitescîl ên Amedê bi kar bîne û suşiya metbexa Rojhilata Dûr bi birinca Qerejdaxê amade bike.

"Amed di warê gastronomiyê de pêşketî ye”

Demir destnîşan kir ku ew dema li bajarokên geştyariyê dixebitî, hînî xwarinên Rojhilata Dûr bûye û got:

"Amed di warê gastronomiyê de pêşketî ye. Gelek berhemên wê yên tescîlkirî hene. Ez dixwazim wan bi metbexa Rojhilat Dûr têkel bikim."

Demir anî ziman ku armanca wî danasîna berhemên tescîlkirî yên Amedê ye û wiha domand:

“Em dikarin gastronomiya Amedê zêdetir pêş bixin. Bi vê re min dest bi xebatê kir ku birinca me ya Qerejdaxê ya xwedî îşareta cografî, bi bazara navxweyî ya Tirkiyeyê û cîhanê bidim naskirin.

Dûv re me biryar da em suşiyê bi birinca Qerejdaxê çêkin."

“Ji bo suşiyê birincê herî baş birincê Qerejdaxê ye”

Demir diyar kir, ji ber ku mînerelên wî zêde ne û rêjeya wî ya şekir û glutenê kêm e, ji bo suşiyê birincê herî baş birincê Qerejdaxê yê tescîlkirî ye û wan ev ceriband.

Demir wiha dewam kir:

"Suşî li metbexên Rojhilata Dûr û Asyayê tê çêkirin. Li Tirkiyeyê ji bo suşiyê birincê herî guncaw, birincê Qerejdaxê ye.

Min gelek birinc ceribandin lê ji bo suşiyê birincê herî baş ev e. Ez îdia dikim ku ev birinc ji birincên hatine hawirdekirin gelekî baştir e û ez dixwazim li qadên bazirganî vê îsbat bikim."

Demir diyar kir, ew di wê baweriyê de ye ku mişterî dê suşiya bi vî birincê biecibînin û got:

“Min nêzîkî 40 cureyên suşiyê amade kirin. Ez plan dikim ku bi berên tescîlkirî yên Amedê hejmara van tehman derxe 100î.”

Demir da xuyandin ku ew ê ji vir û şûnde di çêkirina suşiyê da berên din ên Amed jî bi kar bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst