Di balafiran de êdî înternet û telefon serbest e

27-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Ajansa Ewlehiya Asmanî ya Ewropayê (EASA) di falafiran de qedexekirina înternet û telofonê rakir.

EASA ya li bajarê Koln a Almanyayê di malpera xwe de ragihand ku êdî rêwî dikarin balafiran de telefonên berika(mobil) û komputerên  tablet kar bînin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku cîhazên elektronîk ji bo balafiran ne xeter e lê belê şirketên balafirên rêwiyan bila dîsa jî lêkolînan li ewlekariya xwe bikin û biryarê xwe bidin.

Halê hazir de li Ewropayê di balafiran de telefon bi têne “moda firê”de dikarî vekirî be. Ji niha pê ve “moda firê” ne pêwist e.

Nûnerên Şirketa Lufthansayê ya Almanyayê got ew dixwazin demek zû di balafirên xwe de îmkanên înternetê bidin rêwiyan.

Şirketeta THY, Norvegian û Air China di balafiran de înternetê bêpere dide.

Li gorî lêpirsinên hatî kirin rêwî ji bo gelek dengê dê derbikeve naxwazin balafiran de axaftina bi telefonan serbest bibe.

EASAyê sala 2003ê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatiyê saz kirin. Li Ewropayê ewlekariya firandin û gelek aliyên din yê balefiran de lêkolinan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst