Şikeftên xwê yên li Îdirê di kelekela havînê de dibin cihê bêhnvedanê

27-08-2024
RÛDAW
Nîşan Îdir Şikeftên Xwê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şikeftên xwê yên li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê, di van rojên germ ên havînê de ji bo xelkê bûne cihên xwehonikkirin û bêhnvedanê.

Li bajarê ku germahiya hewayê ji 35 pileyan borî, nexasim nîvro welatî ji germê aciz dibin.

Li navçeya Qulpê, Navenda Terapiya Xwê ya li şikeftên di hundirê Çiyayê Xwê de bi taybetî havînan bi honikahiya xwe însanan cezb dike.

Li Navenda Terapiya Xwê ya ya hemû serdemên salê 12 pileyan germ e, welatî xwe honik dikin û li vir bi malbatî wextê xwe derbas dikin.

300 hezar kesî ziyaret kir

Birêvebirê Navenda Terapiya Xwê Tugrul Aras diyar kir ku ji sala 2021ê ya vebûna wan û vir ve, wan mêvandariya qedera 300 hezar kesî kiriye.

Tugrul Aras bal kişand ku di 3 mehên dawî de wan 60 hezar ziyaretvan kirin mêvan û wiha dewam kir:

"Hundir her 12 pileyan germ e, dema derve 40-45 pileyan germ be însan dikevin hundir û xwe honik dikin."

"Ji bo tedawiyê tên"

Aras destnîşan kir ku ji xeynî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji dervayî welat jî ji bo şikeftan eleqe heye û wiha domand:

"Bi piranî welatiyên me yên ji parêzgehên nêzîk û yên li dervayî welat tên.

Hinek kes jî ji Îran, Azerbeycan û Nexçiwanê ji bo tedawiyê tên vir.

Dema tên vir, dibêjin îja şikefta xwê çi ye, gava dikevin hundir jî efsûnî dibin û wisa derdikevin."

Geştyar Sumeyye Gençê jî diyar kir ku ew wekî mêvan çûye Îdirê û ew li gel hevalên xwe çûne dîtina şikeftan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst