Hanî stran û mûzîka Kurdî dibe nav festîvala mezin a Baleyê

27-05-2018
RÛDAW
Nîşan Hanî Hunermend Kurd Rojhilatê Kurdistanê Almanya Festîvala Bale
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda stranbêj a Rojhilatê Kurdistanê, Hanî bo yekemîn car stran û mûzîka Kurdî têkel bi dansa Bele ya cîhanî dike.

 

Biryar e roja 3ê Hezîrana îsal stranbêja navdara Kurd, Hanî li Almanya beşdarî di festîvala Bundes Jugend Ballett de bike.



 

Hanî di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Cihê şanaziyê ye ji bo stran û mûzîka kurdî, ku bo cara yekem li gel semaya Gala Bale li ser mezintirîn û navdartirîn hola Balê li Almanya, beşdariyê di festîvala Bundes Jugend Ballet a beleyê de dike, ku pêştir mînakek wisa tinebû.”




Hanî herwiha dibêje: “Li gel mûzîk û stranên Kurdî, komek ji navdarên warê semaya baleyê yên li Almanya, dê semayê bikin, ku ez weke tekane hunermenda Kurd di vê festîvalê de amade dibim û dê stranên Kurdî pêşkêşî amadebûyan bikim.”

 

Herwiha Hanî got: “Em hêvîdarin ku bibin pirek ji bo gihandina ferheng û kultûra Kurdî bi hemû cîhanê.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst