Li Çelê berhemanîna tehînê bi rêbazên kevin

27-03-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Tehîn Zap Colemêrg Çelê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li aşê Tehîna Zap li Çelê ya ser bi parêzgeha Colemêrgêa Bakurê Kurdistanê ve, bi rêbazên kevin bi avê aşê tehînê tê gerandin û tehîn tê berhemanîn.

Li vê deverê berî bi hezaran salan jî aşên avê kar dikirin.

Hacî Akkaya, Aşvan, dibêje, “(kuncî) 3-3 meh û nîvan dimîne, paşê em didûrin, datînin ser naylonê hişk dibe û dadiqutin. Payîzê em tînin, dişûn, paqij dikin û dibin bo aşê. Aş bi avê kar dike. Bav û bapîrên me jî ev kar dikir.”

Navçeya Çelê 71 kîlometreyan li başûrê parêzgeha Colemêrgê cî digire û hevsînor e ligel Başûrê Kurdistanê.

Li Çelê yek ji çandinaya ku herî zêde xelkê deverê dike çandina kunciyan e. Nêzîkî 150 malbat beşekî zêdeyê debara jiyana xwe bi karê kunciyan dibin serî.

Hesen Kurt, Qameqam, dibêje, “Li Çelê bi projeya geliyê Zapê ya ku 2018 hat destpêkirin, zêdekirina berhemên herêmî û firotina wan dike armanc. Ev proje ji aliyê Qaymeqamiya Çelê ve tê birêvebirin.”

Di sala 2018 de kunciyên ku ji cotyarên Çelê hatîn komkirin 2 hezar 500 kg bûne, lê niha gihiştiye 26 tonan.

Di nava van çend salan de 21 ton tehîna Zapê li Çelê berhem hatiye. Ew vê tehînê ji hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û welatên din jî dişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst