Li Moskowê di hefteya modayê de cilûberg tên nimayîşkirin

Moskow (Rûdaw) - Di nava hefteyekê de modelîstên navdar û dîzaynerên ciwan ên Rûsyayê koleksiyonên xwe yên Buhar/Havîn 2019 li ser podyûma serke ya Moskowê pêşan didin.

 

Konsepta sereke ya Heftiya Modayê li Moskowê siruştîbûn û afirandarî ye. Bê guman, her dîzayner bi hizra xwe û bi diruşmên xwe  derdikevin pêş cemawera modayê.

 

Dîzaynera modaya zarokan Juliya Asutina ji Rûdawê re diyar kir: “Cil û bergên zarokan ên êvarînê her tim têne pêşandan. Ji ber ku ev stayl pir aktuel e ji bo zarokan, bi taybetî jî ji bo keçan. Dil dixwaze ku, keç weke şahzade xuya bibin û bi şêwazeke torinî û jinane bêne perwerdekirin. Lewma jî gelek dizayner zêdetir bala xwe dane bi kinc û bergên êvarînê yên ji bo keçan.”

 

Xwediya mala modayê Jasmin Blue, Asmîk diyar kir: “Kinc û bergên min ji du beşan pêk tên: ji bo keçên biçûk, ku dixwazin weke bûk xuya bibin;  û ji bo keçên nûgiha. Keçên nûgiha êdî nexwazin weke bûk xuya bibin, ew dixwazin weke keçên temen-mezin, û pir ultra-moda xuya bibin.”

 

Vê carê li Moskowê Fashion Week ciheke berfireh li modaya zarokan hatiye dayîn. Û piraniya dîzayner jî, ji Rûsyayê ne. Lê dizaynerên biyanî jî bi hêviyeke mezin beşdarî Heftiya Modayê ya Moskowê bûne.

 

Dîzaynerê brenda Prankrs ji Koreya Başûr Mr. Park destnîşan kir: “Di dîroka Heftiya Modaya Moskowê de yekemîn car e ku Koreya Başûr beşdarî dike. Brenda min amaje bi stayla Hîp Hap dike. Bi taybetî jî şawqeyên bi stayla Hîp Hap. Hemû jî bi dest têne dirutin. Ew styal dihêle ku zarok xwe bawer bin. Gelek navdarên cîhanê sûd ji Brenda min werdigrin.”

 

Vîzajîsta fermî ya Heftiya Modayê li Moskowê kompaniya Fransî ya kozmetîkê Yves Rocher ye. Ji bilî pêşana modaya bilind, hilberînerên cil û berg û aksesûaran jî, dikarin sûd ji qadên Heftiya Modaya Moskowê werbigrin.

 

Tevî temena xwe ya ciwan, Cemal êdî ne tenê li Rûsya û li derveyî sînorên wê jî bi nav û deng e. Vê care Cemal koleksiyona xwe ji bo azadiya jinê terxan kiriye.

 

Dîzaynerê Kurd ê Êzidî Cemal Mahmudov dibêje: "Min karaktera rojê hilbijartiye. Lehenga sereke ya koleksiyona min Xwedavenda Rojê ya Japonî Amatêrasû ye. Ew weke sembola êxsîrkirina jinan e. Brenda min, ji bo jin û li ser jin kar dike. Em behsa sînorên cuda yên karaktera jin dikin. Ez li vir du blok pêşan dikim. Di bloka pêşîn de jin weke ku di şikeftê de di nav tarîtiyê de hatiye zindanîkirin. Lê di bloka duyemîn de ew êdî azad dibe, xwe nas dike û hez ji bedenê xwe dike û xwe bi rengên şox û şeng dixemilîne.”

 

Moskow Fashion Week îsal 25 saliya xwe jî pîroz dike. Şarezayên modayê dibêjin, Heftiya Modaya Moskowê bi lezgînî pêş dikeve û tê guhertin. Lê armanca wê ya sereke, her weke ya berê dimîne. Ew jî pêşandana potansiyela hizrên afrîner ên dizaynerên Rûsya ye û vekirina rê ye ji bo navên nû di modayê de.