Pispor dibêjin serşûştina bi şev baş e

27-02-2024
RÛDAW
Nîşan Enstîtuya Dermatologên Kanadayî Serşûşrtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Enstîtuya Dermatologên Kanadayî ragihand ku dema herî baş a ku mirov serê xwe bişo êvaran an jî bişev e.

Li gorî enstîtuyê, ji bo ku mirov tevahiya toz û madeyên ku di rojê de li ser çerm kom bûne, nebin nav nivînan serşûştina êvaran an bi şev girîng e.

Dermatologa Enstîtuya Dermatologên Kanadayî Monica Leeyê got, “Eger hûn bi tozên li ser laşê wê ve kom bûne şev birazin, dibe ku bi we re alerjî çêbibe û ziftik li we derbikevin.”

Monica Leeyê wiha behsa sûdên sersûştina bişev kir:

“Serşûştinê bi ava germ yek-du saetan berî razanê dê bibe alîkar ku mirov zû û bi aram biraze.

Ji ber ku di wê demê de serşûştina bi ava germ, dibe alîkar ku hiş û laşê mirov rehet bibe.”

Pispora naturopathîk û aerobîkê Dr. Swati Reddyê jî destnîşan kir ku adetên netendurist ên piştî xwarinê, sedemeke girîng a pirsgirêkên hezimkirina xwarînê ne.

Pispora ji Hindistanê Dr. Swati Reddyê got:

“Serşûştina yekser a piştî xwarinê, nemaze serşuştina bi ava sar, bandorek neyînî li ser hezimkirina xwarinê û fonksiyonên organan dike.

Ji ber ku laş piştî xwarinê pêdivî bi germahiya bilind heye da ku xwarinê hezim bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst