Li Qerejdaxê werza kaşûnê bi def û zirne û govendê destpê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ya li navçeya Sêwregê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, piştî berfeke zêde barî welatiyan bi def û zirne û govendê werza kaşûnê vekir.
Par ji ber kêmbarîna berf û baranê û hişkesaliyê û bi ser de jî belavbûna şewba Coronayê, derfata kaşûnê li Qerejdaxê çênebû. Lê îsal di çend rojên dawî de berfeke zêde barî û di serî de Riha, ji bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Amed, Mêrdîn, Dîlok, Semsûr û Êlihê bi hezaran kes bi armanca kaşûnê berê xwe dane Qerejdaxê.
Welatiyên herêmê bi cilên xwe yên Kurdî, bi şelwer û çeviyan kaşûn kirin û vê jî dîmenên balkêş derxistin holê.
Rêveberê Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê Orhan Atilla, dibêje, “Du salên dawî de berfeke baş tinebû. Sala par jî ji xwe girtîbû, ji ber qedexeya derketina derve. 3-5 rojin berf bariya û 30-35 santîman bilind bû. Ji bo kaşûnê guncav e. Sala par mêvan nehatin. Ez hêvî dikim îsal hê zêdetir bên. Li gor salên par geştyar %50 zêde bûne.”
Ji bajarên herêmê jî gelek dibistan û mamosteyan ji bo bextewariya xwendekarên xwe, ew birine Qerejdaxê ku dawiya hefteyê kaşûnê bikin. Geştyaran li Qerejdaxê, piştî kaşûnê li ser berfê kebaba xwe jî çêkirin û geşta xwe bi seyranê xweştir kirin.
Xwendekar Îlayda Taş, dibêje, “Ji ber ku em ji gelek çalakiyan bêpar man, mamosteyên me ji bo kêfxweşiyê me anîn Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê. Çalakiyên gelek baş hene. Me çi kir! me delîlo lîst û govend gerand û herwiha kaşûn kir. Herwiha mamosteyên me ji me re xwarinên xweş çêkirin û çalakiyên xweş kirin.”
Çiyayê Qerejdaxê dikeve navbera sînorê her sê parêzgehên Riha, Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê û ev çiya mehên zivistanê dibe navenda geştyariya zivistanê. Qerejdax çiyayekî volkanîk e ku bilindahiya lûtkeya wî 1957 metre ye. Herwiha Qerejdax havînan jî dibe zozanên koçerên wê herêmê.