Testa DNAyê hirç ji ‘cezayê kuştinê’ rizgar kir

26-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kalîforniyayê (California) hirça bi navê “Hank” ku ji ber talankirin û ziyangihandina mal û milkên xelkê, “cezayê kuştinê” lê hatibû birrîn, lê piştî ku di encama testa DNAyê de hat zanîn ew ne bi tenê nebûye, hat efûkirin.

Li Kalîforniyayê hirça bi navê Hank a 226 kîlo ye, ji ber talankirin û ziyangihandina mal û milkên xelkê, ji aliyê Beşa Masî û Jiyana Kovî ya Kalîforniyayê û polîsan ve hat girtin.

Hank li nêzîkî Deryaya Taho ya li rojhilatê Kalîforniyayê ketibû nêzîkî 20 xaniyan û ziyan gihandibû wan.

Ev çend rojbûn ku hirça li Kalîforniyayê di rojevê de ye bû, polîs û Tîmên Parastina Jîngehê ketibûn li pey wê.

Bi hewldanên polîs û Beşa Masî û Jiyana Kovî ya Kalîforniyayê Hank hat girtin, lê di encama testa DNAyê de derket holê ku  ew bi tenê nebûye û herî kêm du hirçên din jî bi wî re hebûne.

Li ser vê yekê, Tîmên Parastina Jîngehê ya Kalîforniyayê; gihîşt wê encamê ku "twanbarkirin û cezakirina hirçekî neheqî ye, divê ceza ji yên din re wekhev bê dayîn".

Hank piştî diyarbûna encama testa DNAyê hat efûkirin. Beşa Masî û Jiyana Kovî ya Kalîforniyayê diyar kir ku ew dê Hank veguhezînin cihekî din û berdin nav çolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst