Colemêrg (Rûdaw) - Li Geverê keça Kurd a bi navê Hacer Es, tevî ku bû mamoste jî dest ji karê xwe yê fermî berda û dest bi xwedîkirina mêşan kir. Keça Kurd mêşên xwe di werza zivistanê de ji ber sir û sermayê dibe navçeyên gerim û havînê jî ew li zozanên Şemzîna û Geverê li pey hingivê herî baş digere û ew dibêje, “Ji bo min karên gundewarî û Kurdewarî xweştir in.”
Hacer Es 28 salî ye û li navçeya Gevera Colemêrgê dijî. Bav û bapîrên Hacerê bi salan karê xwedîkirina mêşên hingiv kirine.
Hacer jî her çende derçûya zanko ye û mamoste ye lê wê 8 sal beriya niha biryar da ku li dû şopa bav û bapîrên xwe here û bibe mêşvan. Wê niha 50 qovan û 30 xilêfên mêşan hene, Hacer li gorî werzên salê car mêşên xwe dibe deşt û bilindahiyên geverê car diçe nevalên gerim yên Rubarok û Şemzîna¤WA1 4828
Hacer Esê Meşvanê dibêje, “7- 8 sal e ez vî karî dikim. Berê bav û bapîrên min ev kar dikir niha ez karên wan berdewam dikim. Min zanko jî xwendiye lê ev kar ji bo min xweştir tê. Ji bo min karên gundewarî û Kurdewarî xweştir in.
Bavê Hacerê Yunus peşmergeyekî berê ye. Ew jî ji malbeteke mêşvan e. Wî xweşiya dengê xwe ji tam û şirînîya hingivê Şemzînanê wergirtiye. Di mijara xwedankirina mêşan de Yunus ji bo keça xwe Hacerê palpişt û mamosteyî baş e.
Yunus Es, Bavê Hacerê, dibêje, “Keça min ji min baştir ji karê mêşan fêm dike. Ji ber dibistan jî xwendiya karên xwe zû fêr dibe û dikare ji min baştir karê xwe hîn bibe. Ji hemû karên xwedîkirina mêşan fêm dike. 25 sal e em vî karî dikin, 7- 8 sal in jî keça min dest bi kar kiriye û êdî ew ji min zanatir bûye.”
Navçeyên Şemzînan û Gever ên Colemergê bi hingivên xwe navdar in. Li heremê bi sedan malbat debara jiyana xwe bi karê xwîdankirina mêşan dikin.
Bi gotina xelkê heremê Osmaniyan di dema xwe de hingivê Şemzînan tenê ji bo padîşahan dişand û firotina hingiv bi ferman hatibû qedexekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse