Zimanekî nû yê Hind-Ewropî hat dîtin

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan Ziman Hîtît Hind-Ewropî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di dema kolanên arkeoliyê yên li peytaxta Hîtîtiyan de, nivîseke bi zimanekî nayê zanîn hat dîtin.

Bogazkoy-Hatuşaya li bakurê Anatoliya Navîn ku di lîsteya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digire, paytexta Împaratoriya Hîtîtiyan bû.

Împaratoriya Hîtîtiyan yek ji hêzên herî mezin ên Serdema Bronz a Dereng a Rojhilata Nêzîk bû.

30 hezar tabletên bi axê hatine dîtin

Ev 100 sal in kolanên arkeolojiyê li Hatuşayê berdewam dikin û di encama wan de heta niha nêzîkî 30 hezar tabletên ax hatine dîtin. 

Ew tablet ji sala 2001ê ve wekî beşek ji Lîsteya Bîra Cîhanê ya UNESCOyê hatine tomarkirin.

Di wan tabletan de derbarê dîrok, civak, aborî û ya herî girîng jî derbarê kevneşopiyên olî yên Hîtîtiyan û cîranên wan zanyarî hene.

Niha li wê derê xebat bi pêşengiya Prof. Dr. Andreas Schachnerê endamê Şaxa Stenbolê ya Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanyayê tê meşandin.

Her sal nivîsên nû tên dîtin

Bi saya wan xebatan her sal nivîsên bizmar yên nû tên dîtin.

Piraniya nivîsan bi zimanê Hîtîtiyan ku zimanê herî kevnar ê malbata zimanên Hînd-Ewropayê ne hatine nivîsîn.

Lê îsal di nav metnekî bi zimanê Hîtîtiyan hatiye nivîsîn de metnekî kû zimanê wî heya niha nayê zanîn hat dîtin.

“Zimanê herêma Kalaşmayê bû”

Epîgraphîst ê kolanê Prof. Dr. Danîel Schwemer yê li Zanîngeha Wurzburgê ya Almanyayê wê nivîsê wekî zimanê welatê Kalaşmayê bi nav dike.

Li gorî arşîvên Bogazkoy-Hatuşayê, dîtina zimanekî nû ne tiştekî ecêb e.

Prof. Dr. Danîel Schwemer got:

“Hîtîtiyan di tomarkirina rêûresmên xwe de gelek caran zimanên biyanî bi kar dianîn.

Metnên rêûresmê yên ku ji aliyê nivîsvanên Qralê Hîtitiyan ve hatine nivîsandin, kevneşopiyên Anatoliya, Suriye û Mezopotamyayê û rewşa zimanê wan nîşan didin.”

Nivîsa ku bi zimanê nayê zanîn, bi zimanê Kalaşmayê hatiye nivîsîn heta niha jî baş nehatiye fêmkirin.

Hevpîşeya Schwemer, pispora zimanên Anatoliyaya kevnar Prof. Dr. Elisabeth Riekenê jî piştrast kir ku ev zimanê nû ji malbata zimanên Anatoliya-Hind-Ewropî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst