Flamîngoyên koçber li Gola Wanê datînin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedan flamîngoyên koçber li hewza Golaê Wanê jî datînin.

Flamîngoyên ku ji Afrîkaya Bakur heya Îranê diçin li derdora Golanê Wanê datînin.

Îsal jî bi sedan flamîngo çûn peravên li navçeya Bêgiriyê ya Wanê.

Qaymeqamê Navçeya Bêgiriyê Melîh Aydogan diyar kir ku her sal fîlamîngo diçin navçeyê.

Melîh Aydogan destnîşan kir ku bi hatina flamîngoyan dîmenên rengîn derdikevin holê.

Mamosteyê Fakulteya Mehsûlên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Dr. Mustafa Akkuş diyar kir li hewzeya Gola Wanê her sal gelek teyr û tilûrên curbecur datînin û got ku flamîngoyên ji Afrîkaya Bakur heya Îranê diçin li derdora Behra Wanê datînin.