Fenomena Kurd Saîme Arga ji Rûdawê re behsa çîroka xwe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd a ji Herêma Serhedê bi navê Saîme Arga bikin ku çi karê di nav rojê de bike li ser medya civakî belav dike. Piraniya postên xwe bi Kurdiyeke resen a Serhedê belav dike. Ew bi xwe ji parêzgeha Îdirê ye. Xwe weke Meta Saîme bi nav dike. Kurê wê Yaqub jî di piraniya vîdeoyan de pê re ye.

Carna li ber tenûrê nan dipêje, carna jî gavantiyê dike. Hinek caran serê kerê xwe dişo. Çi karê di nava rojê de bike li ser medya civakî belav dike. Piraniya postên xwe bi Kurdiyeke resen a herêma Serhedê belav dike. Parvekirinên wê ji aliyê bi sedhezaran şopîneran ve tên ecibandin. Saîme Arga fenomena parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Fenomen Îdirî Saîme Arga anî ziman, “Gotin tu jineke Kurmanc î ketî sosyal medyayê, min got, Kurmanc nikarin tiştekî bikin, îlle divê Tirk bikin? Gelek rexne li min hatine kirin lê gelek tiştên xweş jî hatine gotin lê ez li ser pêyan im, dewam dikim. Kî çi dibêje bila bêje, di vî guhê min re dikeve di yên re derdikeve. Ez nûnertiya jinên Kurmanc dikim, bila hemû rast li ser pêyên xwe bisekinin.”

Xwe weke Meta Saîme bi nav dike. Kurê wê Yaqub jî di piraniya vîdeoyan de pê re ye. Temenê wê 43 sal in. Ev sê sal in dest bi karê fenomeniyê kiriye û dibêje ji vî karî dahateke baş jî bi dest dixe.

Fenomen Îdirî Saîme Arga got, “Ev sal in min dest bi Tiktokê kiriye, qezenca wê jî heye. Car heye dahata ji wir gelekî rind e, car heye jî ne rind e. Ez dixwazim hûn min bişopînin, ez jî werimê cihên gelekî rind.”

Saîme zewiciye û dayika 7 zarokan e. Hevjînê wê şivan e û karê ajeldariyê dike.

Li ser Tîktokê zêdetirî 246 hezar, li ser Instagramê 50 hezar û 700 şopîner û li ser Youtubeyê jî zêdetirî 27 hezar aboneyên wê hene.