Li Ewrûpayê eleqeya cil û bergên kurdî

 

Berlin (Rûdaw) – Li Ewrûpayê cil û bergên stîlîsta kurd Vanya Rauf  çêkirin, rastî eleqeyek mezin tê.

 

Vanya Rauf ku ji Başûrê Kurdistanê ye, piştî ku li Almanyayê bicih bû kare xwe li wê derê jî domand û bi cil û bergên çêdike navdar bû.

 

Stîlîsta ciwan a kurd ji Rûdawê re wiha got: “Ez gelekî hez dikim ku cil û bergên ez çêdikim keçên kurd li xwe bikin.”

 

Cil û bergên ji aliyê Vanya Rauf hatîn çêkirin, li çend welatên Ewrûpa hatine pêşandin û herî dawî jî li bajarên Almanyayê; Berlin, Koble û Heilbronnê hatin pêşandan.

 

Cil û bergên neteweyî yên kurdî di pêşandanan de rastî eleqeyek mezin hat.

 

Vanya Rauf wiha got: “Ez hez ji cil û bergên kurdî dikim. Ez wan weke nîşandana çanda me dibînim.”