Ciyawaziya Cejna Christmasê li Hewlêr û Moskowê

Kamîz Şeddadî - Peyam Serbest

Hewlêr (Rûdaw) - Krîstiyanên cîhanê cejna jidayîkbûna Îsa Mesîh pêşwazî dikin. Beşek ji Krîstiyanan berî roja Christmas, 40 rojan bi rojî dibin û beşek ji wan jî 13 roj derengtir vê cejnê pîroz dikin.

Krîstiyanan derbarê roja Christmas de bîr û boçûnên ciyawaz hene, lê piraniya wan li ser wê yekê kok in ku îro, cejna Christmas û roja jidayîkbûna Îsa Mesîh e.

Krîstiyanên Herêma Kurdistanê, nerîteke taybet ji bo cejna Christmas heye. Ew îşev li dêran cejna Christmas bibîr tînin û dua ji bo saleke baştir dikin. Krîstiyan roja Şemiyê, 25/12/2021, bi boneya cejna Christmasê serdana hev dikin û xwarinên taybet amade dikin.

Di raporteke taybet a hevbeş de Kamîz Şedadî li Moskowê û Peyam Serbest li Hewlêrê behsa pêşwaziya cejna Christmasê û ciywaziyên di navbera herdu herêman de dikin.

Li Herêma Kurdistanê nêzikî 300 hezar Krîstiyan dijîn

Krîstiyanên Herêma Kurdistanê ji bo roja dayîkbûna Îsa Mesîh amade ne ku Katolîk Sersalê di 25ê salnameya heyvê de û Ortodoks li gorî salnameya Julian 13 roj paşê pîroz dikin.

Qeşe Zaya Şeba dibêje, “Em bi rastî dilşad in, ne tenê ji bo me Mesîhiyan lê ji bo hemû xelkê Herêma Kurdistanê dilşad in, merasîmên Qadis têne kirin, bêguman dua li ser minasebetê ye ku bi qasî hewcedariya me bikin. Gel, cîhan, wekî herêma me ye. “

Li Başûrê Kurdistanê nêzî 300 hezar Mesîhî ji netewên Ermenî, Kildanî, Suryanî û Aşûrî dijîn. Jibilî Enkawa ku navendeke Krîstiyanên Herêma Kurdistanê ye, hejmareke zêde ya Krîstiyanan li Şeqlawa, Korye, Duhok û Zaxo jî dijîn û 270 dêrên wan hene.

Krîstiyanên Rûsyayê 13 roj derengtir pîroz dikin

Bawermendên Mesîhî di van rojan de dest bi amadekariyên pîrozkirina  cejna  jidayîkbûna Îsa Mesîh kirine, ku li gorî baweriya wan, ew da ku mirovahî ji koletiya gunehan, azwerî û mirinê xilas bike hatibû dinyayê.

Roja jidayîkbûna Îsa Mesîh yek ji 12 cejnên Krîstiyanan e. Beriya vê Cejnê bawermendên Krîstiyan 40 roj Rojî digrin.

Qeşeyê Dêra Sêyetiya Jiyandayînê Qeşe Vasiliy dibêje, “Sala 1582yê Pîskoposê Romayê, 13mîn Grîgorî di encama pîvandinên stêrnasiyê de aşkere kir ku Salnameya Jûliyanî 10 roj pêş de diçe. Û salnameyeke nû çêkir, ku îro em jê re Salnameya Grîgoriyanî dibêjin. Dewleta Rûsî tenê sala 1918 derbasî Salnameya Grîgoryanê bû. Û wê demê ferq êdî gihîştibû 13 rojan. Îro dewleta Rûsya jî weke dewletên Rojavayî li gorî Salnameya Grîgoriyan, lê Kenîseya Rûsî li gorî Jûliyanê dimeşe. Lewma jî di pîrozbahîya rojbûna Îsa Mesîh de jî 13 roj ferq heye ”

Mesihiyên Rûsyayê, ku weke piraniya neteweyên Silavî, Ortodoks in, roja jidayîkbûna Îsa Mesîh 7 Çileyê pîroz dikin.