Sazan Barzanî ligel Golden Fashionê girêbest îmza kir

Hewlêr (Rûdaw) – Keça kurd Sazan Barzanî ku li amerîkayê dijî û karê modeltiya cilûbergan dike, bi karê xwe niha gelekî navdar bûye ligel firmaya dîzaynkirinê “Golden Fashion” girêbestek pêk anî.

Sazan Barzanî keçka kurd a xelkê Başûrê Kurdistanê ye ku li bajarê Nashvil a Amerîkayê jidayik bûye û her li wî welatî jî dijî ragihand, wê ligel Golden Fashion girêbestek ji 110 xalan pêk tê bo heyama saleke îmza kir.

Sazan Barzanî di heyama saleke de ji bo xebatên reklam û modelîstiyê ligel Golden Fashionê kar bike.

Modelîsta kurd amaje kir ku ew keyfxweş e ku wê ev girêbest îmza kirî û got, bi wî awayeî ew dê hêj zêdir di cihanê de nav bide.