Li Wanê 3 milyon û 650 hezar TL bi zava û bûkê ve kirin

Hewlêr (Rûdaw) -  Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di daweta Mediha Elmas û Feyaz Acar de 3 milyon û 650 hezar lîreyên Tirkî (196.400 dolar) bi wan ve hat kirin.

Ji eşira Giravî keça Osman Elmas a bi navê Mediha Elma û ji eşîra Gevdan kurê Mehmet Acar ê bi navê Feyaz Acar zewicîn.

Ji bilî Wanê, ji çend bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê bi qasî 2000 kesan ku di nav wan de siyasetmedar, serokên saziyan û serokên eşîran jî hene, beşdarî dawetê bûn.

Ji bo bûk û zava li Wanê daweteke mezin hat lidarxistin.

Hat zanîn ku beşdarvanan di dawetê de 3 milyon û 650 hezar lîreyên Tirkî bi bûk û zava ve kirin.

Karsazê ji Stenbolê Ferhat Gunay diyar kir ku ew wek mêvanê mamê zava Erol Abî beşdarî dawetê bûye û got: “Ez berê qet beşdarî daweteke eşîrî nebûme. Min li ser medyaya civakî dîtibûn, lê min wiha hêvî nedikir. Ez ji bo vexwendina eşîra Gevdan spasiya wan dikim. Ez gelekî kêfxweş im ku li Wanê me. Pir xweş û gelek bi kêfxweşî derbas dibe.”

Sevîl Balkan a ji Kosovayê beşdarî dawetê bibû jî wiha got: “Ez cara yekem e ku beşdarî daweteke eşîrî dibim. Ew pir ecêb û xweşik e. Min gelek eciband. Xelkê vê herêmê û dawetên wan gelek xweş in.”