Koma çiyageran a ji Çekyayê li xwezaya Geverê geriya

Hewlêr (Rûdaw) - Koma çiyageran a ji Çekyayê çû navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û li xwezaya wê navçeyê geriya.

Çiyagerên Çekyayî yên di çarçoveya bernameya geştekê de çûne herêmê û beşdarî bernameya geşt û gerê ya Komeleya Kluba Sporê ya Çiyagerî û Çanda Ekolojîk ya Geverê bûn.

Endamên komeleyê û çiyager serê sibê zû çûn herêmê û piştî meşeke ku 3 saet û nîvekê gihan Golên Satê.

Çiyageran li vir ji endamên komeleyê agahî hildan, wêne û dîmenên siruştê girtin.

Serokê Komeleyê Suat Oztekîn ragihand ku ew ji bo danasîna cih û warên geştyarî û siruşta Colemêrgê xebatan didomînin.

Suat Oztekîn diyar kir ku ew vê gavê mazûvaniya komeke çiyagerên Çekyayî ku ji 15 kesan pêk tê dikin û wiha axivî,

"Me çiyager anîn ber Golên Satê, me siruşta herêmê nîşanî wan da.

Bernameya me ya turê dewam dike. Em dê wan li Geliyê Spîxanê jî bigerînin."