Li Qersê piştî baranê bereket ket kuvarkan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê piştî barana ku ev heyameke berdewam dike, bi derketina kuvarkên qerase, welatî kêfxweş bûn.

Kuvarkên sipîçolk ên qerase yên ku li çolwarên navendê û navçeyan derketin welatî kêfxweş kir.

Welatiyan beşeke kuvarkên ku dan hev firotin û beşeke wan jî ji xwe ra birin malê.

Kuvarkên ku li Çiyayê Yahniyê dan hevdu, firehiya hineke ji wan gihiştibû 40 santîmetreyan.