Li zozanên Wan, Mûş û Erdexanê sobe her tim dadayî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Mûş û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê di vî çilê havînê de ji ber sermaya zêde welatî di nava rojê de jî sopeyê pêdixin.

Kesên ku li bajarên bilind ên wekî Erdexan, Mûş û Wanê ku zivistan li wan dijwar û dirêj derbas dibe, dijîn havînan jî ji ber sarbûna hewayê sobeyan dadidin.

Di demekê de ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê germahiyeke zêde heye, li Goleya navçeya Erdexanê û li gundê Çuluyê bi şevan gelekî sar e.

Li navçeya ku rojên dawî baran gur dibare, germahiya hewayê pêr 6,2 pile bû û wekî cihê herî sar ê Bakurê Kurdistanê hat tomarkirin.

Li gundê Çuluyê jî pileya germayê wekî 7,2 hat pîvan.

Kesên ku dixwazin êvaran li ser kuçe û kolanên Goleyê çayê vexwin, diçin cihên ku sobeyan lê dadidin.

Mehmet Kanburê ku 86 salî ye û li gundê Çullyê dijî got ku îsal sir û seqem havînê jî dewam dike, ji ber vê jî ew mecbûrî sobeyê dadidin.

Li zozanên bilind ên Mûşê ku hewa lê sar e, koçer di rojên sar de xwe li ber sobeyan germ dikin.

Koçerên ku çar mehan li zozanê Çiyayê Kurtîkê dimînin, êvaran di çadiran de li dora sobeyê dicivin.

Li Çaldêrana navçeya Wanê li gundê Bezirxaneyê jî li gorî daneyên meteorolojîk di meha Tîrmehê de germahiya herî kêm 6,1 pile hat pîvandin.

Li devera ku 2 hezar û 55 metre bilind e welatî bi şev ji bo serma nekin cilên srût ên wekî polar, mont û cakêt li xwe dikin.

Mehmet Çakanê mixtarê gund destnîşan kir li devereke sar ya welêt dijîn.

Çakan diyar kir li gund zivistan dijwar derbas dibe û germahiya hewayê zivistanê di bin sifirê de heya 40 pileyî derdikeve û wiha axvivî:

"Li herêmê 6 meh zivistan e. Ji ber sermayê gelek kes koç dikin.

Di sala 2000î de nifûsê me 320 bû lê niha di bin 200î de ye. Em ji bo gaza siruştî bangî rayedaran dikin.

Dar û êzing têra me nakin. Niha jî di hin malan da sobe dadidin. 6 meh berf, 3 meh serma û seqem û 2 meh jî havîna me heye."