Elon Musk çûka şîn a Twitterê bi X re diguhere

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Twitterê Elon Musk ragihand ku platforma tora civakî dê li şûna logoya klasîk a çûka şîn bi tîpa “X” re biguhere.

Musk li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Di demeke nêz de em dê ji markeya Twitterê û gav bi gav ji hemû çûkan xatirê xwe bixwazin.”

Di parvekirineke din de Musk ku wêneyê logoya nû ya ku ji bo Twitterê were bikaranîn belav kir û got, “Eger îşev logoyeke baş a Xê bê parvekirin, em dê sibê li seranserî cîhanê biweşînini. Wekî vê Xê.”

Musk ê ku xwediyê SpaceX û Teslayê ye jî di meha cotmehê de Twitter kirî û ji wê demê ve guhertinên mezin tê de kirin.

Di destpêka vê salê de Elon Musk bi demkî logoya Twitterê bi logoya kûçikê pereyê krîpto Dogecoin re guhertibû.