Li Agirî ava Gola Masiyan zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avkevir ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê Gola Masiyan ku sala borî ji ber hişkesaliyê ava wê kêm bûbû îsal bi helîna berfê tejî bûye.

Gola Masiyan nêzîka 30 kîlometre dûrî navçeya Avkevirê ye û ji ber hewaya sar nêzîkî 6 mehan qerisî dimîne.

Ligel hatina biharê û helîna berfê ava golê zêde û derdora wê jî şîn bûye. Bi vejîna xwezayê gelek corên ajelan jî berê xwe dane golê û rengekî din dane derdorê.

Li Tirkiyê Gola Masiyan a Agirî ji asta deryayê goleke herî bilind e ku bilindahiya wê 2 hezar 241 metre ye û piştî berf û barana îsal ava wê nêzîka berfirehiya 3 metreyan zêde bûye û yek metre jî bilind bûye.