WAN - Parka Sirûştî ya Masîkefalan bi berfê xemilî

24-02-2024
RÛDAW
Wênegiran wêneyên Parka Sirûştî ya Masîkefalan girtin
Wênegiran wêneyên Parka Sirûştî ya Masîkefalan girtin
Nîşan Wan Masîkefal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşa Wanê piştî barîna berfê Parka Sirûştî ya Masîkefalan bi berfê xemilî.

Li Parka Sirûştî ya Masîkefalan a li Êrdîşê bi barîna berfê dîmenên bêhempa derketine holê.

Di demsala zivistanê de çûna geştiyaran a Parka Sirûştî ya Masîkefalan zêde dibe.

Wêneyên parkê wek tabloyan in

Wênegiran wêneyên Parka Sirûştî ya Masîkefalan girtin ku wekî tabloyekê ne bi berfê xemiliye.

Wênegir Ridvan Gungor got:

“Havînê ji bo temaşekirina koça Masîkefalan em dihatin vê derê. Lê niha jî bi berfê xemiliye. Em dixwazin wekî bîranîn wêneyên xweşik bigirin.”

Hem havînê hem jî zivistanê, ev park dibe cihê serdana bi hezaran geştyaran ku bi Masîkefalan navdar e.

Wênegir Mehmet Macit jî got, “Ev der yek ji wan cihan e ku mirov bê vê derê û bi xwezaya wê, bi hewaya wê kêfxweş dibe.”

Parka Xwezayî navê xwe ji masiyên Masîkefalan girtiye.

Wek masiyên somon ên li Norwecê berevajiya avê hereket dikin û dema rastî astengiyan tên xwe hildavêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst