Modelkara îranî cil û bergên kurdî dike marka

25-02-2017
RÛDAW
Nîşan Cilên kurdî Modelîsta îranî Marya Beyram Elî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nimayîşkar û aktrîsta îranî Marya Beyram Elî, 5 sal e ku li Herêma Kurdistanê dijî û niha projeyeke wê heye, û dixwaze cil û bergên kurdî bike marka û, dixwaze cilên jinên kurd li nav hemû markêtên navdar ên cîhanê hebe.

 

Marya Beyram Elî ji Rûdawê re ragihand: “Niyeta min heye cilê kurdî bikim marka û li markêtên navdarên cîhanê bên pêşkêşkirin. Lê ji bo vêya pêwîstiya min bi dîzaynerekî/e baş û sponsoreke bihêz heye. Çimku bi ya min cilên kurdî yên jinan taybetmendiyeke wan a baş heye û şêwaza dîzaynkirina wan jî ligel modaya cîhanî guncaw e.

 

Marya li Kurdistanê beşdarî zêdetirî 30 nimayîşên cil û bergan bûye. Weke aktrîstekê jî di 10 klîpan de rola wê heye.

 

Hêjayî gotinê ye ku Marya dizane kurdî biaxive, di merasîmên fermî de cilên kurdî lixwe dike û fêrî govenda kurdî jî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst