‘Di Deryaya Wanê de zivistanê jî avjenî tê kirin’

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, endamên Komeleya Çalakvanên Gola Wanê, ji bo balê bikşînin ser dewlemendî û xweşikiya herêmê û bo Gola Wanê neyê qirêjkirin di hewaya sar de di bin sifrê 8 pileyan de di Gola Wanê de avjenî kirin.

40 endamên Komeleya Çalakvanên Gola Wanê ji bo piştgiriya paqij hiştîna Gola Wanê bi dirûşmên “Bila Gola Wanê qirêj nebe, paqij bimîne” çalakiyek li dar xistin.

Çalakiya çaremîn

Werzişvanên Komeleya Çalakvanên Gola Wanê, di golê de avjenî kirin, stran gotin û govend gerandin.

Serokê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê Erdogan Ozel, dibêje, “Me îsal çaremîn çalakiya `Di Derya Wanê de zivistanê jî avjenî tê kirin` li dar xist. Me 40 kesan re plana wê kir û me bi 40 kesan li dar xist. Em dixwazin balê bikşînin Gola Wanê. Helbet ji vê yekê jî armanceke me heye. Plana çalakiya parastina Gola Wanê heye. Em jî di vê çarçoveyê de xebatan dimeşînin. Ew jî beşek ji wê ye. Bi planê tê armanckirin Gola Wanê paqij bimîne û di xizmeta geştyariyê de be.”

Endamên Komeleya Çalakvanên Gola Wanê, li dor agirê dadayî bi stranên Kurdî û Tirkî çalakiya xwe xemilandin.

`Demeke dîrokî`

Sekreterê Giştî yê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê Maşallah Ozel, radigihîne, “Hûn îro hemû li vir bûne şahidê demeke dîrokî. We dît ku li Gola Wanê zivistanê jî avjenî tê kirin. Hem ji bo tendirustiyê û hem jî ji bo hişkbûna laş, ez pêşniyaz dikim, hemû kes avjeniyê bike. Armanca me nasandina dîrok, jîngeh û xweşikiyên Gola Wanê ye.”

Gola Wanê mezintirîn Gola Kurdistanê ye, rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometre duca ye. Rêjeya xwê û sodayê di nav ava wê de zêde ye. Bi giştî bilinbûna asta ava wê ji asta deryayê hezar û 464 metre ye. Di nav Gola Wanê de tenê cureyek masî dijî ku jê re dibêjin Kefalên Mirarî nago Încî Kefalî.