MELETÎ - Jin ji bo kutilkên herî xweş çêkin ketin pêşbaziyê
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo kutilka ku yek ji xwarinên Meletiyê yên bi îşareta erdnigariyê hatiye tescîlkirin pêşbazî hat kirin.
Şaredariya Çermiktiyê pêşbaziya kutilka herî xweş li dar xist û 93 jin ji bo ku kutilka herî xweş çêkin hewl dan.
Di pêşbaziya ku Nezîr Kizilkaya, Dîlek Hasar, Saadet Ormanci, Şengul Çîlesîz û Unalcan Kutal jurî bûn de kelecaneke mezin hebû.
Di encama nirxandina juriyan de Gul Bakal bû yekemîn, Arîfe Ulaş bû duyemîn, Aynur Urkmez bû sêyemîn.
Guler Ograşê jî xelata taybet a juriyê wergirt.
Di pêşbaziyê de zêrê mezin da yekemînê, duyemîn bi nîv zêrê, sêyemîn jî bi zêrê çaryek hat xelatkirin.
Guler Ograşê jî bi zêrê gram hat xelatkirin.