Modelîsta kurd dixwaze bibe stranbêj

Hewlêr (Rûdaw) – Modevana kurd Şirîn Hawrê dixwaze di demên pêş de bibe stranbêj.

Şirîn Hawrê ku niha li Norweçê dijî, wiha dibêje: “Hêvî dikim di demên pêş de bibim stranbêj. Herwiha dixwazim di fîlmek sînemayî de jî rolê bistînim.”

Şirîn Hawrê diyar kir ew ji bo lîstikvanên sînemayê cilûbergan çêdike û herwiha ji bo filmeke de rolê wergire serî li hin şirketên fîlma daye, lê ew hêj negihîêtiyê armanca xwe.

Hawrê li paytexta Norweçê Osloyê jixeynî modevaniyê karê makiyajê jî dike.