Li Elkê du bira berhemên ciwankariyê ji hingiv çêdikin

2 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Li Elkê du bira berhemên ciwankariyê ji hingiv çêdikin
Li Elkê du bira berhemên ciwankariyê ji hingiv çêdikin
Nîşan Elkê Şirnex Hingiv
A+ A-

Elkê (Rûdaw) - Hingivê ku bi sedan sal e wekî derman ji bo gelek nexweşiyan tê bikaranîn, di heman demê de ji bo ciwankariyê jî berhemeke gelekî bi sûd e.

Li Bakurê Kurdistanê hingivê gelek deveran binavûdeng e û hinekan ji wan xelat wergirtine û ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve jî hatine tomarkirin.

Navçeya Elkê ya Şirnexê bi zozan û hingiviyê xwe binavûdeng e.

Mêşên wê deverê li zozanên bilind li ser bi sedan gul û kulîlk û giya datînin û hingivê wan dibe dermanê gelek derd û birînan.

Du birayên xelkê Elkê Talîb û Metîn dikaneke firotina hingiv vekiriye û êdî ne tenê hingiv difroşin herwiha gelek berhemên cuda jî jê çêdikin.

Kolonya, sabûn, sabûna bi şanê û tiştên din ku di ciwankariyê de têne bikaranîn.

Her du birayan da zanîn ku encama kontrola hingiviyê wan gelekî baş derket û ji bilî bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê gelek kes siparîşa hinginviyê wan didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst