Geşatyarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di cejnê de berê xwe dan Wanê

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û  Îranê di Cejna Remezanê de berê xwe dan bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê û vê yekê esnafên li bajêr kêfxweş kir.

Li navçeya Mehmûdiyê li Deriyê Sînorî yê Kapikoyê ji bo betlaneya Cejna Remezanê ji ber geştyarên Îranê qerebalixî heye.

Geştyarên di betlaneya cejnê de derbasî Wanê bûne, li bajêr digerin, tişta dikirin û beşdarî bernameyên curbecur dibin.

Ji ber geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li sûk û bazarên Wanê qrebalixî çêdibe.

Geştyara bi navê Zeynep Axazade got ku kêfa wan ji Wanê re tê û gava firsend çêdibe diçin Wanê.

Zeynep Axazade diyar kir ku îcar betlaneya cejnê li Wanê derbas dikin û wiha axivî, "Wan pir xweş e û dixwazim her kes Wanê bibîne. Em li vir kêf dikin û tiştan dikirin. Însanên vir eleqeyeke germ nîşan didin."

Ji geştyaran Rahîl Hîmmetî jî destnîşan kir li Wanê dema wan xweş derbas dibe û got ku Wan bajarekî xweş e.

Şadî Feyzallahzadet jî tevî malbata xwe çûye Wanê diyar kir li konsera hatiye lidarxistin kêf kirine û got ku ew bi roj li bazaran tiştan dikirin û êvarê jî dema xwe xweş derbas dikin.

Feyzallahzade destnîşan kir ku kêfa wî pir ji Wanê re tê û got ku ew dixwazin her kes biçe serdana Wanê û li bajêr bigere.

Zelal Îpek a rêvebira mixazeyê diyar kir ku ji roja beriya cejnê vir de li bajêr qerebalixî heye û got ku hejmareke zêde ya geştyaran ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berê xwe dane Wanê.

Zelal Îpek da zanîn ku ji ber wê rewşê kêfxweş e û got: “Ji ber cejnê me ji bo geştiyarên Îranî erzanî çêkiriye. Ji ber erzaniyê tên. Hemû esnaf ji ber hatine geştiyarên Îranî kêfxweş dibin. Em dixwazin ev bidome."

Kenan Coşkun ê salona wî ya taştê heye, destnîşan kir ji ber betlaneya ku 3 roj e geştyar ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranî diçin Wanê.

Kenan Coşkun dibêje, "Potansiyela muşteriyên me baş e. Feydeya geştiyarên Îranî ji hemû esnafan re heye. Otêl, kafe, aşxane û dikan hemû qerebalix in. Ev feydeyeke mezin dide me."