Li Peruyê grûpeke baleyê ji bo zarokên bêkes hate damezrandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatê Peru yê Amerîkaya başûr grûpeke semaya baleyê ji bo zarokên bêkes hatiye damezrandin.

Tevahiya endamên vê yaneya semaya baleyê bê xwedî, bê serperişt in. Maria Del Silva ku 46 salî ye semaya balê dike, yaneyeke bo hejmareke keçên ciwan li Limaya paytexta Peru vekiriye.

Silva derbarê xwendekarên xwe de dibêje, her yek ji wan ji ber derd û êşekê dinale. Hin destdirêjî li ser wan hatiye kirin, beşekî din bavên wan di zindanê de ne û çendên din jî bav û dayikên wan ji hev cuda bûne.

Xwendekar jî dibêjin, jana nenûkên tiliyên wan dibe alîkar da ku pirsgirêk û derd û êşên jiyana xwe ji bîr bikin.

Semakara baleyê Keith Chavez got, “Ez dilxweş dibin dema balê dikim, ji ber hemû derdên min ji bîra min dibe.”

Mamosteya baleyê Maria Del Silva anî ziman, “Semakar ciwaniyê bo jiyana xelkê pêk tîne. Dema ku her tişt tarî ye, her tişt pîs e û her tişt şêlû ye. Semakirin çirûskeke ronahiyê ye bo tariyan.”

Tişta ku Maria ji bo van keçan dabîn kiriye ne tenê balê ye, navendeke karê dest jî bo wan dabîn kiriye ku tê de cilûberg û keresteyên plastîkî yên risaykilê çêdikin û bi rêya wan beşeke debara jiyana xwe dikin û pêdiviyên semakirinê jî pê dikirin.

Semakara baleyê Maria Rodrigiez got, “Em risaykil dikin heta pereyan bo kirrîna cilûberg û dirûna wan û beşdarîkirina li konsertên zêde yên semakirinê kom bikin.”

Li gor peymangeha nîştimanî ya Peru, ji sedî 25ê nişteciyên Peru birçî ne û nîvê nişteciyên wê jî pirisgirêka wan a kêmxwarinê heye lewra jiyana xelkê bi giştî û ya jinan bi taybetî zehmet e.

Ji xeynî vê yekê jî, rêxistina hevahengiyê ya Almanya dibêje, ji her deh keçan li Peru 7 ji wan bi kêmanî carekeê di jiyana xwe de rûbirûyê tevlîheviya sêksî bûne.